Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê bi komek nû dewam dike

  • 11:45 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi koma nû dewam dike.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi koma nû didome. Beriya ku koma nû çalakiyê dewir bigire deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê Mihemed Salih Kadûnî axivî.
 
'Rêberê me hebûna me ye'
 
Mihemed Salih di axaftina xwe de diyar kir ku armanca çalakiya wan ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê ye û wiha got: “Heta ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad nekin em dest ji çalakiyên xwe bernadin, li ser vê  bingehê ji her hemwelatiyekî Kurd û bi taybet ji gelê Wargeha Mexmûrê tê xwestin ku li ber xwedîderketina Rêbertî de berpirsyar be. Ji ber ku Rêberê me hebûna me ye, hebûna gelê azadîxwaz e, ji ber vê yekê dewleta dagirker hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd dibîne. Li ser vê bingehê divê em jî li hemberî vê bi hemû şêwazan li berxwe bidin, heta ku em Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin. Wek tê zanîn li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriye erdhejek çêbûye di encama vê erdhejê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û bi hezaran kes jî di bin kavilan de maye. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bo birîndaran jî em şîfayê dixwazin.”
 
Piştî axaftinê, koma nû bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî bike’ çalakî dewir girtin.