ROJEVA 13'YÊ SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 13 Sibat 2023
  • Rojev
 
* Jinên Wanê balkişandin ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyane.” BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut bebekên ku bi destê xwe çêkirine difroşe û ji bo zarokên herêma erdhêjê mama û potê zarokan digire. BI DÎMEN
 
*Li Cebelînûrê (Nurdagi) ku di encama erdhêjê de bi sedan welatiyan li wir jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Fatma Gokkaya ya ku di erdhêjê de 2 neviyên wê jiyana xwe ji dest dan, anî ziman dema erdhej çêbûye wekî ku hemû dinya xirab bûye. Fatmayê banga piştevaniyê kir.  BI DÎMEN 
 
i aliyê HDP’ê ve ji bo bajarên ku erdhêj li wan çêbûye Koordînasyona Krîzê ya ku hat avakirin her diçe bi pıştevaniya tê kirin mezin dibe. Ji Botanê jinên ku ji bo piştgirî û alîkariya Cebelînür(Nurdagi) hatine, anîn ziman ku rewşa bajêr gelek xirap e û gotin divê demildest pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Her wiha jinan anîn ziman ku divê demildest bajarê kon bê avakirin. DÎMEN HEYE 
 
* Li Semsûrê xebatên lêgerîna li ser kavilan di roja 7’emîn de berdewam e û ji devê hemû welatiyan heman gotin derdikeve:“Haya walitiyê ji rewşa gel tune ye? Walitî li navnîşanên ku nasên wî tê de ne lêgerînê dide destpêkirin! Bi rojane hîn nehatine li avahiyên hilweşiyane, nenêrîn."
DÎMEN HEYE