158 saet şûnde zarokek hat xilaskirin

  • 21:16 12 Sibat 2023
  • Rojane
HATAY- Li Antayayê di kavila avahiyek hilweşiyayî de zarokê bi navê Fatîh yê 13 salî 158 saet şûnde hat xilaskirin.
 
Piştî erdhêja ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû gelek bajar jê bi bandor bûn û yek ji van bajaran Hatay bû. Li Hatayê piştî 158 saetî şûnde zarokê bi navê Fatîh yê 13 salî hat xilaskirin. Dildarên ji Kayseriyê çibû û di avahiyeke li Kolana Suleymanpaşa ya taxa Cumhuriyet a Antakyayê xebat dimeşandin  saetdi 18.00’an de Fatîh ji kavilan derxistin.  Piştî vê Fatîh birin nexweşxanê.  
 
Fatîh da zanîn ku du roj berê bi dayika xwe ya di bin kavilê de bû re axiviye.Ekîba ku xebatên xwe meşand xwe gîhandin cenaza dê û bavê zarok.