Li Minbicê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin

  • 19:39 12 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anînû bang li hemû aliyan kirin ku hemû korîdoran vekin ji bo ku alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser bigihêjin herêmên wêranbûyî.
 
Şêniyên Minbicê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistinên Civaka Sivîl, partiyên siyasî, saziyên taybet ên jinan tevli xwepêşandanê bûn û bi dirûşma “Bi pergala gelan em pergala Îmraliyê bişikînin” meşiyan.
 
Xwepêşandan ji çerxerêya Mîzan a Minbicê dest pê kir û li çerxerêya El Meseb rawestiya û veguherî mitingê. Di xwepêşandanê de girseya gel wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên “Azadiya Serok Apo kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e” û “Em banga azadiya Rêber a fîzîkî dikin” hildan. 
 
Her wiha di mitingê de, Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê û gundewarê wê Sîham Hemo axivî û got: “Di meha Sibatê de gelek rojên reş hene. 15`ê Sibata 1999`an Komploya Navneteweyî li dijî Rêber û Ronakbîr Abdullah Ocalan pêk hat. Li gel şert û mercên dijwar ên herêm tê re derbas dbibin û heta piştî erdhejê tu agahî ji wî nayên girtin.”
 
Sîham bang li aliyên têkildar û rêxistinên hiqûqî kir ku derfetê bidin parêzeran ku bi mewkîlê xwe Abdullah Ocalan re, hevdîtinê pêk bînin û rewşa wî nas bikin.
 
Endama Kombûna Jinan a Zenûbya Zehra Mihemed axivî û wiha got: “Ji 24 salan ve, li gel bêdengiyeke biguman a navneteweyî tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Em tiştekî li ser wî nizanin. Beriya çend roja erdhej li Sûriyê û Tirkiyê rû da. Ji ber wê em sersaxî didin malbatên qurbaniyan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê.”
 
Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê û gundewarê wê Nasir Hesen axivî û piştgiriya xwe bi gelê herêmên wêranbûyî anî ziman û wiha domand: “Em dê destekê bidin xelkê xwe yên li wan herêman. Em ji hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker dibêjin hûn nikarin vîna vî gelî azad têk bibin.”