Nanê dayikên Botanê pijandibû hatin belavkirin

  • 17:48 12 Sibat 2023
  • Rojane
DÎLOK-  Dayikên Botanê ji bo erdhejzedeyên Dîlokê 30 hezar nanê tenûrê pijandibû û îro li Dîlokê li welatiyan hat belavkirin.
 
Piştî erdhêjên navenda wê Mereş bû ku bandor li ser 10 bajarên herêmê kir, zirarek mezin derket holê. Welatiyên Tirkiye û Kurdistanê piştî erdhêja pêk hat şûnde ji bo alîkariya herêmê seferber bûn û piştevaniyek mezin nîşandan. 
 
Yek ji bajarên ku bandorek giran lê bû Dîlok bû. Ji her alî alîkarî hatin şandin. Dayikên Dîlokê jî ji bo alîkariyê 30 hezar nan pijandin û şandin Dîlokê. Nan îro li Dîrokê hat belavkirin.