Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 29 hezar û 605

  • 17:46 12 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- AFAD’ê daxuyand ku hejmara kesên di erdhêjan de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 29 hezar û 605’an.
 
AFAD’ê diyar kir ku di erdhêjên ku navenda wê Mereş bû û bandor li 10 bajaran kiriye, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 29 hezar û 605’an. Her wiha hat diyar kirin ku 147 hezar û 934 kes tahliyeyê bajarên din hatine kirin.  
 
Her wiha hat destnÎşan kirin ku piştî erhêja 7.7 2 hezar û 412 erdhêjên li pey wê pêk hatine.