Li Tirbespiyê têkildarê komployê semîner

  • 16:04 12 Sibat 2023
  • Rojane
QAMIŞLO - Têkildarê salvegera Komploya Navneteweyî li Tirbesiyê semînerek hat dayîn û got diyar kirin ku heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Meclisa navçeya Tirbespîye li ser Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê semîner hat lidarxistin. Semîner li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Tirbespiye bi beşdariya nêzî 100 endamên PYD'ê, saziya malbatên şehîdan û saziya civaka sivil tevlî semînerê bûn.
 
Rêveberê Akademiya Civaka Demokratîk Mihemed Xelil di axaftina xwe de bal kişand ser komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: "Di serî de em vê komployê bi hêrs û bi kîneke mezin şermezar dikin.
 
Dê dijminê faşîst ê mirovahiyê bin bikeve û wê fikra azad a Rêber Abdullah Ocalan a netewa yekbûyî bi ser bikeve. Ev fikir û felsefe îro Rojhilata Navîn de tê jiyankirin. Heya em tecrîdê bişkenin û Rêberê xwe azad bikin em ê tekoşîna xwe mezin bikin."
 
Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî hat temaşekirin û semîner bi dirûşma "Be serok jiyan nabe" bi dawî bû.