Şandeya HDP’ê li Dîlokê serdana malbatan kir

  • 15:54 12 Sibat 2023
  • Rojane
 
DÎLOK - Şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê pêk tê, li navenda Dîlokê serdana malbatên ku ji ber erdhêjê di konan de dibînin kirin.
 
Şandeya ku ji Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu, Nuran Îmîr, Muazzez Orhan, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û welatiyên ku ji bo alîkarî bi dildarî hatine pêk tê, serdana malbatên ku ji ber erdhêjê di konan de dibînin kir.
 
Ji rayedaran re bertek
 
Şande li taxên Akdere, Guzel Vadî û Beybahçe welatiyên ziyaret kir. Di dema serdanê de welatiyek ji şandeyê re anî ziman ku heta niha xeynî HDP’ê kesek serdana wan nekiriye. Welatî her wiha diyar kir ku Serokê Şaredariya Şahînbey û kesên rayedar heta îro jî nehatine serdana wan û bertek nîşan da. Welatiyek din a taxê ku karê înşaatê dike destnîşan kir ku bi sedan avahî ji aliyê muahîtan ve bi alavên kêm hatine çêkirin. Welatiyek din jî bi lêv kir ku du sê rojan birçî û tî hatine hîştin, dewletê alîkariya wan nekiriye û welatiyan alîkariya wan kiriye.
 
‘Alîkariyên dewletê negihîştiye gel’
 
Nuran Îmîr a HDP’yî jî diyar kir ku bi ser erdhêjê de hefteyek derbas bûye û alîkariyên dewletê negîhiştiye tu welatiyekî û wiha got: “Bi taybetî malbatên ku ji Rojava hatine li vê derê bi derfetên xwe ji xwe re konan avakirine. Di van konên biçûk de nêzî 100 kes jiyana xwe didomîne. Em rezaletyek mezin e. Welatiyên ku hîn di bin erdhêjê de bi hêviyekî benda xilasbûnê ne. Lê li ber vê sermayê hatine hîştin û em vê yekê qebûl nakin. Wek partî em ji bo gelê xwe amadene. Çi ji destên me bên em ê bikin.”