Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin

  • 15:48 12 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Sûriye, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. 
 
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi daxuyaiyekê kampanyaya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê ragihand. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi beşdarbûna rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hat xwend.
 
Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Hacim daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê amade ne alîkariyê bidin mexdûrên erdjehê yên li Sûriye û Tirkiyeyê. Hîna bi hezaran kes di binê kavilan de ne, ruxmî vê yekê hikumeta Şamê nahêle alîkarî derbasî van herêman bibin û ambargoya li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê raneke.
 
Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî, tevî azar û hebûna bi hezaran di binê kavilan de ku pêwîstiyan wan bi alîkariyê hene, lê dewleta Tirk û çeteyên wê nahêlin alîkariyên ku Rêveberiya Xweser dişîne, derbas bibin."
 
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li şêniyan ku tev li kampanyayê bibin.