Hikûmeta Şamê bazara derbaskirina alîkariyan dike

  • 13:05 12 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên hikûmeta Şamê banga alîkariyê dikin lê 100 tankerên mazotê yên ku Rêbeveberiya Xweser şandine, ji ber astengiyên Şamê, nikarin derbas bibin. 50 kamyonên mazot û alîkariyê jî, ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine astengkirin. Hat gotin ku hikûmeta Şamê bazara derbaskirina alîkariyan dike.
 
Roja 6’ê Sibatê li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi pîleya 7.7 û 7.6 pêk hatin. Erdhejên dijwar li bajarên Bakur û Tirkiyeyê, gelek bajarên Suriyeyê rê li ber hilweşîn û windahiyên canî vekir.
 
Piştî erdhejan, li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ji bo herêmên erdhejê kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin.
 
Her wiha gelek welatan dorpêçên li ser Tirkiye û Suriyeyê rakir. Deriyê sînor ê di navbera Ermenîstan û Tirkiyeyê de piştî 35 salan hat vekirin. Dorpêça li ser Suriyeyê ji bo 6 mehan hat rakirin. Alîkariyên ji gelek aliyan tên şandin.
 
Yek ji ku bi erdhejê bandor bûye jî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye. Li taxên Şêxmeqsud 6 kesan jiyana xwe ji dest da, li Kantona Şehbayê, herêma Firat û Cizîrê 57 kes birîndar bûn, avahî hilweşiyan.
 
Ji Şêxmeqsud nêzî 3 hezar malbat ku hejmara xan derdora 12 hezar kesî ye, ji ber erdhejê derbasî Şehbayê bûn. Rêveberiya Şehba ku di dorpêçê de ye li gorî derfetên xwe alîkariya mexduran kir. Lê gelek pêdiviyên wan hene.
 
Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Şamê û dagirkeriya dewlet Tirk û çeteyên wan de jî heta niha nêzî 9 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. 
 
Piştî erdhejê, hikumeta Şamê û dewleta Tirk ragihandin ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
 
Kampanyaya alîkariyê
 
Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî, hem ji bo mexdûrên Şebha û Şêxmeqsud, hem ji bo mexdûrên herêmên di kontrola Şam û herêmên dagirkirî hemleya alîkariyê da destpêkirin.
 
100 sahricên mazotê 
 
Di çarçoveya hemleyê de wekî destpêkê roja 10’ê Sibatê 2023'yan 50 tankerên sotemeniyê ji bo herêma Şehba û Helebê hatin birêkirin. Lê kamyonên barkirî li deriyê El Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên hikumeta Şamê de ji aliyê hêzên Hikûmeta Şamê ve hatin astengkirin. Tevî astengiyê jî, Rêveberiya Xweser 11'ê Sibatê ango duh jî 50 tankerên din ên sotemeniyê birê xistin. Lê ew jî li heman cihî hatin astengkirin. Di rewşa niha de 100 tankerên sotemeniyê li deriye El Tayihe tên astengkirin.
 
Alîkarî tên rawestandin
 
Rêveberiya Xweser roja 8’ê Sibatê jî 30 tankerên sotemeniyê û 20 kamyonên alîkariyên mirovî ji bo herêmên dagirkirî bire xistin. Lê ew jî li  deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic û Cerablusê de ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan ve hatine astengkirin.
 
Desteya Karên Derve û Koçberan a Hikûmeta Şamê diyar kiribû ku divê tu kes siyasî nêzî nebe, dorpêça li ser Suriyê rabe da ku alîkarî bên ragihandin; astengkirin mirovî û exlaqî nîn e. Her wiha  Gerînendeyê Difa Medenî (parastina sivîl) a girêdayî hikumeta Şamê general Sefwan Behlûl jî, ji ajanseke girêdayî hikumeta Şamê re axivî bû û gotibû: “Kêmbûna sotemeniyê bandor kir ku em dereng bigihêjin qurbaniyan û ji bin kevilan derxin. Vê yeke pirsgirêk karê tîman û wesayîtan asteng kir.”
 
Rayedaran ev daxuyanî dane, lê ew bixwe jî alîkariyên Rêveberiya Xweser asteng dikin.
 
Bazarê dikin
 
Balkêş e ku rayedarên Suriyeyê yên behsa aliyê mirovî û exlaqî dikin, bixwe jî bi vî rengî nêzîk nabin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji rayedarên Kantona Şehba girtine, berpirsên ji Hikûmeta Şamê bazara alîkariyê kiriye û gotine, “Eger hûn nivîya van alîkariya bidin me, emê destura derbaskirinê bidin”.
 
Lê ji xwe Rêveberiya Xweser alîkarî ji bo tevahiya herêmên di kontrola Hikûmeta Şamê û herêmên dagirkirî dişîne. Lewma rêveberiya xweser diyar dike ku ew tu wateyê nadin van bazaran.