Maşîneyên alîkariyê yên başûrê Kurdistanê hatin rawestandin

  • 12:38 12 Sibat 2023
  • Rojane
SEMSÛR - Bi dehan maşîneyên kar ên ji başûrê Kurdistanê ji bo erdhejê hatine şandin li Zanîngeha Semsûrê hatin rawestandin. 
 
Piştî erdheja ku di 6'ê Sibatê de pêk hatî de ji gelek welatan alîkarî hatin şandin. Yek ji wan alîkariyan ji başûrê Kurdistanê hat. Bi dehan maşîneyên alîkarî û rizgarkirinê ku ji bo herêmên erdhejê hatin şandin, li Zanîngeha Semsûrê hatin rawestandin.