'Em ê bibin dengê kesên mexdûr'

  • 11:57 12 Sibat 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
RIHA - Ji maseya krîzê ya Rihayê Parezêr Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku ew ji bo pêdîvîyên mexdûrên erdhêjê seferber bûne û got: “Bi taybetî ev pêvajoya piştgiriyê divê ne tenê di demekê kurt de were berdewamkirin û ev alikarî ji bo demeke dirêj were kirin. Em ê xwe bigihînin kesên mexdûr û bibin dengê wan.”
 
Di 6’ê Sibatê de li Kurdîstanê navenda wê Dîlok û Merş bi pi pileya 7,7 û 7,5 li Mereş û Dîlokê erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandora xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe. Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ ji roja ewil a erdhejê ve li 10 bajarên karesat lê qewimî ye ketiye tevgerê û dest bi seferberiya alîkarî û piştevaniyê kir. Li Rihayê di encama erdhêjê de 170 kesî jiyana xwe jidest dan û 19 avahî hilweşiyan. Li Rihayê di 8’ê Sibatê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Di roja ewil de li Rihayê maseya krîzê hat avakirin û ji bo mexdûrên erdhêjê seferberi hat îlankirin. 
 
Ji maseya krîzê ya Rihayê Parezêr Sevda Çelîk Ozbîngol têkîldarî geşedanên dawî yên maseya krîzê axivî.
 
‘Li malên xwe xwe di ewlehyê de nabînin’
Sevda, daxuyand ku ji roja ewil heta niha ji bo gele Rihayê kampanyayên piştgirî û alikariyê tên destpêkirin û got: “Wekî hûn jî dizanin Riha jî yek ji bajarên ku ji erdhêjê bi bandor bûye ye. Di roja ewil de maseya krîzê hate avakirin û em ji bo gel seferber bûn. Welatiyên Rihayê mexdûrîyetek mezin dijîn. Ji wan gelekî li derve dimînin. Ji ber ku welatî li hundirê malên xwe di welehiyê de xwe nabînin û mexdûrîyeta welatiyan zêdetir ji aliyê avahiyan tê jiyîn. Ji ber ku hêjmarek zêde avahî zerar dîtine. Lê mixabin di vê mijarê de ji hêla giştî û civakî de tu alikarî û piştgiriyek nehat kirin. Gel daxwaz dike ku asta zerara avahiyên wan demildest ji aliyê rayedaran ve bê kirin.”
 
‘Li Rihayê koçberî dest pê dike’
 
Sevda, destnîşan kir ku bi erdhêjê pêlekê koçberiyê dest pê kiriye û got: “Mixabin Feraseta ku dijîn piralî ye û bandora wê jî gelek zêde ye. Wê bandorên wê di demên pêş de xwe zêdetir bikin. Ji ber ku di heman demê de li bajêr koçberiyê dest pê kiriye. Gelek welatî koçî bajarên derve dikin. Her wiha hêjmara welatiyên ku li bajarên din jiyana xwe jidest dane û tînin Rihayê zêdetir dibe.”
 
‘Rihayî birînên xwe bi xwe derman dikin’
 
Sevda, diyar kir ku  Rihayî di vê pêvajoya hessas de ji aliyê rayedaran ve bi tenê hatin hiştin û got: “Piştgiriyek giştî nehat kirin. Gel bi xwe birînên xwe pêça û bi vê helwesta xwe hewl dide pêvajoyê derbas bike. Seferberî bi awayekî xurt û hêz berdewam dike. Hem ji aliy rêxistinên sîvîl hem jî partiyên sîyasî ve piştgiriyek mezin heye. Ev piştgirî bi koordîsanasyonên krîz û welatiyan her diçe xurttir dibe. Niha welatî li saziyên fermî, tesîsên werzîşê û konan dimînin. Gelê Rihayê hem hem di vê pêvajoya hessas de birînên xwe pêçan hem jî ji bo bajarên din seferber bû. Her roj ji bo pêdiviyên bingehîn xebat tên kirin û ji heremên erdhêjê re tê şandin.”
 
‘Pêdivî bi alavên hîjyenîk heye’
 
Sevda, di berdewamiy axaftina xwe de anî ziman ku ew ê kampanyayên xwe berdewam bikin û got: “Li Rihayê pêdîvî zêdetir bi xwarin, alavên hîjyenîk, alavên ji bo pitik, zarok û jinan hewce ye. Her wiha welatî nikarin li cihên ku dimînin xwe germ bikin. Lewra pêdivî bi sobayê daran û tûp heye. Her wiha ji bo heremên ku lê erdhêj çêbûye pirsgirêka ceyranê jî heye lewra divê ji bo alikariyên ku tên şandin ev mijar jî li ber çav were girtin. Hûn jî dizanin em di zivistanê de ne û li cihên ku erdhêj çêbûye şert û mercên hewayê gelek dijwar in. Lewra divê kinc û mont werîn temînkirin.”
 
‘Em ê xwe bigihînin gel’
 
Sevda, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman li cihên ku alikarî tê şandin astengî derdikeve. Lê rixmî van astengiyan em alikariyên xwe digihînin. Gel bi hemû derfetên seferber bûye û astengîyan nas nake. Di her şet û mercan de alîkarî tê kirin. Bi taybetî ev pêvajoya piştgiriyê divê ne tenê di demekê kurt de were berdewambikin û ev alikarî ji bo demekê dirêj were kirin. Em xwe bigihînin kesên mexdûr û bibin dengê wan.”