‘AFAD li gorî emrê girtiye, avahiyan dibijêre û lêgerînê dike'

  • 10:23 12 Sibat 2023
  • Rojane
 
Medya Uren
 
SEMSÛR - Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hat diyarkirin ku AFAD li navnîşanên hatine diyarkirin lêgerînê dike ü li avahiyên ku kes pirsa wan nake hiştine dawiyê. Ji Kordînasyona krîzê ya HDP’ê, hevseroka HDP’ê a Semsûrê Hayriye Korkmaz jî ev îda dûbare kirin û got: "Karê lêgerîn û rizgarkirinê dereng dest pê kirine û ew jî li navnîşanên hatine bijartin tên kirin.”
Yek ji navendên erdehejê ku bi hezaran kesî lê jiyana xwe ji dest da, li Semsûrê gel birînên hev dipêçe. Ji sedi 80’yê navenda bajêr li gel gelek navçe û gundên wê tune bûne. Bi hezaran xanî bûne kavil û hîna gelek xanî weke roja yekem tu kesî dest nedaye wan û xebatên rizgarkirinê nehatine kirin. Li aliyekî jî welatiyên bê xanî mane li derve di şert û mercên giran de dimînin. 
 
Li taxan, bi welatiyan re, bi karkerên li ser kavilan dixebitin re em axivîn. Gelek kesan giliyê AFAD’ê kirin û gotın xebat dereng hatine destpêkirin. Lewra li aliyekî jî anîn ziman ku AFAD li gorî navnîşanên kesên payedar tevdigere. Ango ferq û cudahyê dixe navbera kesan û lêgerînekê bi vî rengî dide destpêkirin. Rêxisitna bajêr ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Semsûrê bi kordînasyona HDP’ê ya krîzê re li çar hawîrdorê bajêr xebatên berfireh dike. Wan jî bi taybetî bal kişan ser wan mijaran û vî warî de bertek nînan dan û gotin em ji roja yekem ve li vir in û em ê li gel gelê xwe bin.
 
‘Rojên ewil kes tunebû’
 
Hevseroka HDP’ê ya Semsûrê Hayriye Korkmaz axivî û got: “Di 6’ê mehê de erdhej pêkat û bi rojan rayedarên dewletê xuya nedikirin. Piştî çend rojan hêdî hêdî hêzêen leşkeri yên dewletê di nava bajêr de geriyan. Di rojên destpêkê de rûxmê zehmetiyên mezin me hewil da em mirovên xwe bi desten xwe ji bin kavilan derbixin. Rêxistina me ya partiye jî bê guman jê bandor bûnû malbatên gelekan di bin kavilan de man. Me bi van kêmasiyan re jî hewilda di şeva erdhejê komb ibin û komîsyonê ava bikin. Roja dûwemîn jî em Cemeviya li taxa Yenî mahaleyê kombûn. Em bi rêxistina xwe, bi kesên dildar re civiyan. Me hewilda em birînên xwe derman bikin. Dema me dest bi xebatê kir gelek kes ji birçîna, ji têhna diricifîn. Sermayek hişk li bajêr hebû û herkes bêy cil û berganli xwe bike derketibûn. Roja destpekê me hewilda van pêdiviyên serke pêşwazî bikin. Me di aliyê xwarin, vexwarin û ewlehiyê de hinek tişt kirin.”
 
‘Dereng hatin, astengiyan jî derdixin’
 
Hayriye got di demek kin de ji herdeverê Kuredistan û Tirkiyê dildar di bin rêxistina kordînasyona HDP’ê ya krîzê de kom bûn û hatin Semsûrê. Hayriye wiha berdewamkir: “Ji dervê Tirkiyê û di hindirê Tirkiyê de arîkatiyek girîng ya xurekan pêkhat. Dema em li qadan bûn heta roja çaremin jî me ji rêxisitna dewletê kesek nedît. Welatiyan cenazeyên xwe bi destên xwe derdixistin û neçar diman li gel xwe bihêlin. Komên me yên ji bo xebatên li ser kavilan jî hatin. Mixabin komên dewletê di vî warî de ji me re astengî derxistin. Vîncên me ji destên me derxisitn. Rêxisitna me rûxmê hemû astengiyan jî hewilda karê xwe bibe serî. Me xebatên xwe û kordînsyona xwe berfireh kir. Ji hemû pîşeyan dildar beşdarî mebûn. Ji tenduristvan heyanî endezyar û mîmaran, aşvanan û kedkaran dest bi xebatê kirin. Me hewilda em êşên xwe û birînên xwe bi hev re bipêçin.”
 
‘Ferq ü cudahiyê dikin nava gel’
 
Hayriye wiha axaftina xwe domand: “Weke me got komên girêdayî dewletê agno AFAD'ê di roja 4’emîn ya erdhejê de nû li qadê xuya kir. Ew jî bi çi rengî, xebatek çawa dan meşandin? Hewil dan ku xwe bigihînin beşeke diyar. Li gorî kesan alîkarî da. Weeke her carî ketin nava hewldanên ferq û cudahiyê. Taxên weke Karapinar, Yeşîlevler, Fatîh, Sûmer ku welatparêzin bi eşkerahî cûda hatin girtin. Bi tu awayî alîkarî nehat dayîn. Me her roj hewil dida arîkariya xwarin û pêdiviyên rojane bidin van taxan. Em hewil didin xwe bigihînin gund û taxan. Mixabin hîna gundên me xwe negihandinê hene. Ji ber şert û mercên hişk yên avhewayê rê girtî ne û arîkarî ji gelek gundan re neçûye. Pir û riyên diçin van gotinan hilweşiya ne.”
 
‘Em hewil didin xwe bigihînin herkesî’
 
Hayriye herî dawî ev gotin kir: “Nexweşxaneya Lêkolînê ya Semsûrê bi xwe jî hilweşiya ye. Li aliyekî jî di nexweşxaneyan de, di morgan de cih tune ye. mirî li beteniyan hatine pêçan êdî. Mirî li goristanan bi komî têne defnkirin. Bê guman weke rêxistin kêmasiyên me hene lê belê bi piştgiriyek xurt re rêxistinek bihêz pêkhat. Bi taybetî pêwîstî bi konan heye. Me îro jî taxek ya ji konan ava kir. Bi qasî 30 tuwaletên seyar me danî. Li her taxê me aşxaneyek seyar ava kir. Weke bangewazî jî em dikarin bi taybetî bêjin pêwîstî bi kon û pêdiviyên zarokan heye.”