Sedema hilweşînê bêtedbîriye

  • 09:05 12 Sibat 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL- Ji TMMOB’ê Buket Yararbaş Ecemîş diyar kir ku yekemîn sedema hilweşînê bêtedbîriye û got: "Li welatê me îmar, plansazî, avakî û pêvajoyên kontrolê bi giştî li ser rant û talanê bi teşe dibin."
 
Di erdhêja navenda wê Mereş bû û li 6 bajaran bandorek mezin kir bîlanço her diçe giran dibe. Xebatên xilaskirinê di roja 7’an de didome û ji 20 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Endama Lijneya Rêveberiya Yazman a Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya TMMOB’ê Buket Yararbaş Ecemîş der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Buketê da zanîn ku di sedsala dawî de li welat erdhêja herî mezin pêk hatiye, 10 bajar bi bandor bûne û got: “Gelek can winda bûn. Bi hezaran welatî birîndar bûn. Hejmar hîna tam ne diyare. Tê dîtin ku pêvajoyeke xilaskirinê ya pergala rêveberiya karasetê nayê  meşandin.”
 
‘Divê fonksiyonên sazbûna avahiyan baş bên cih’
 
Buketê balkişand ser plana îmarê yên bajaran û got di pêvajoyên çêkirina avahiyan de divê fonksyonên kontrolê baş bên cih û ev gelek girîng e. Buketê wiha dirêjî dayê: “Beşek mezin a bajarên me di alî jeolojîk de di bin rîskan de ne. Cihên ku divê ji îmarê re venebin, tê vekirin û ev jî rîskê zêdetir dike. Planên îmarê yên tên kirin jî ji aliyê îdareyan ve wek rantê tê bikaranîn û ev jî di alî jeopolîtîk de bi avahiyan re dikeve hewza rîskê.”
 
‘Bajar li dijî karasetan bê hêz tê hiştin’
 
Buketê destnîşan kir ku li gorî rant û daxwazan planên îmarê yên diguherin, rê li ber stokkirina avahiyan û qelsiya binesaziyê û wiha bi lêv kir: “Qaşo kontrol kirine, qaşo her tişt tespît kirine bajrên me li dijî karasetan bê hêz û bê bandor dihêlin. Bajar li dijî karasetan bê hêz dimînin. Li welatê me îmar, plansazî, avakî û pêvajoyên kontrolê bi giştî li ser rant û talanê bit eşe dibin. Qanûnên heyî  jî hewcedariyên karasetê peyda nakin.” 
 
‘Divê tesîsên veguherstinê bên avakirin’
 
Buketê her wiha anî ziman ku di rewşên wisa de di çarçoveya Tuzika Dîsîplînê ya TMMOB’ê de lêpirsîna pêwist didin destpêkirin û di vê mijarê jî wiha daxuyand: “Ji bo avahiyên hilweşiyane divê tesîsên veguhertinê bên avkirin. Ji alavên kavilan divê veguhertin bên kirin. Pêkanîn bi qanûnan pêk tên divên bên kontrolkirin. Sedema hilweşîna avahiyan bêtedbiriye. Welatê me welatê erdhêjê ye. Divê li gorî vê tedbîr bên girtin.”
 
Divê çi bê kirin?
 
Buketê ev rişt rêz kirin;
 
*Divêwezareta Rewşê Karaset û Lezgîn bên avakirin û bi kadroyên liyakatî rêxistin bên kirin. 
 
*Divê bajar li dijî karasetan bên xurtkirin. Hemû şaredarî divê yekîneyên rewşa lezgîn û awarte bên avakirin.
 
*Divê der barê îmar, plansazî, pêvajoyên kontrolê li ber çavan bên derbas kirin.
 
*Beriya erdhêjan divê perwerde ji bo gel û zarokan bê dayîn û civak bibin xwedî hişmend.