‘Êdî sebra gelê Kurd ji bo tecrîdê nema ye’

  • 09:02 12 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
 Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê ku lı şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin Berîvan Kutlu destnîşan kir ku êdî sebra gelê Kurd ji êrîş û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê re nema ye û got: “Hêzên navneteweyî Rêberê Gelê Kurd ji bo pergala xwe metirsiyek dibînin. Ji ber ku ji heqîqetê ditirsin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecridê de tê girtin û ji 20’ê Tîrmeha 2011’an heta niha di bin şertên giran de ye. Abdullah Ocalan nêzî 23 meh in bi malbat û parêzerön xwe re nikare hevdîtinê bike. Ji bo tecrîd bê rakirin li gelek deverên cîhanê û Kurdistanö çalakî tên kirin. 
 
Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîra Şirnexê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin Berîvan Kutlu bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir.
 
‘Tecrîdek giştî heye’
 
Berîvan di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku tecrîd bi awayekî sîstematîk bi pergalek îşkenceyê tê meşandin. Berîvan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem gelê Kurd hem jî jinên kurd bi salan  li dijî tecrîda ku di şexsê Abdullah Ocalan de tê meşandin rûbirû mane.  Hemû bertekên gelê Kurd ku li seranserê cîhanê li dijî tecrîdê tên nîşandan bê bersîv tên hiştin. Li dijî tecrîdê bi hezaran car çalakî û protesto hatine kirin. Bêdengî û bê bersîvmayîna van çalakiyan ne ji rêzê ye. Hiqûqa navneteweyî ji tecrîda girankirî re çavê xwe digire. Heke hiqûqa navnetweyî li ser hiqûqa li Tirkiyê bandor bikira niha ev tecrîd hatibûna rakirin. Lê ji Tirkiyê re peywira gardiyantiyê tê dayîn û bi hiqûqa Tirkiyê tê listîn. Bi salan e bi hincetên biçûk dixwazin gel û malbata Abdullah Ocalan bixapînin. Ev tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ne takekesî ye. Ev tecrîdek giştî ya li ser gelan e. Gel vî tiştê baş dizanın û ji bo şikandina tecrîdê di nav çalakiyan de ne. Li Amedê 2 welatiyan li dijî vê tecrîda girankirî bedena xwe dan ber agir.. Şandeyên navneteweyî ku tên çavên xwe ji wan re digirin û ew helwesta wan bi zanebûn e.”
 
‘Ji heqîqetê ditirsin’
 
Berîvanê, bilêv kir ku li ser gelê Kurd polîtîkayek qirkirinê heye û wiha pêde çû: “Sebra gel heta derekê ye. Li dijî vê tecrîdê dibe ku tiştên mezintir jî werin kirin. Rêberê Gelê Kurd ji bo pergala xwe metirsiyek dibînin. Heke îro li ser pergala kapîtalîzmê nirxandin çêbûne û têk çûne bi saya fikr û felsefeya Abdullah Ocalan e. Êdî rastiya heqîqetê hatiye zanîn. Pergala heyî ya desthîlatdariyê qirkirina gelan e. Jixwe dema Rêberê Gelê Kurd li ser vê pergalê nirxandinan dike tenê Gelê Kurd nagire dest. Hemû gel û netewan digire dest û dibêje ku ev pergal qirkirin e. Gelê Kurd heqîqetê zanî. Pergalên navdewlet ji heqîqetê ditirsin. Rêberê Gelê Kurd ji bo pirsgirêkên Rojhîlata Navîn gelek çareserî xist pêş. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Gelê Kurd ‘Heke yê hemberê me samîmî  nêz be, ez dikarim hefteyekê de çareser bikim’ got. Lê li hemberê Gelê Kurd ne samîmî nin. Naxwazin pirsgirêka Kurd were çareser kirin. Hemû kes dizane ku aktora çareserkirina pirsgirêkê Abdullah Ocalan e. Ev di pêvajoya çareseriyê de jî di pratîkê de hatiye jiyîn. Her çiqas tecrîdê giran bikin jî dê nekaribin bi ser bikevin.”
 
‘Delegasyona Navneteweyî divê xwe di pratîkê de nîşan bide’
 
Berîvanê bal kişand  ser Delegesyona Navneteweyî ku ji bo tecrîdê hatibûn  serdan kirin û diyar kir ku ew dixwazin vê hewildanê di pratîkê de bibînin. Berîvan, got: “Bêguman delegasyona ku hat welat ji bo şikandina tecrîdê gaveke girîng e lê terî nake. Hem ji bo pirsgirêka gelê Kurd hem jî ji bo rewşa tecrîdê gelek şande hatine. Lê ev şande bi lêkolînkirin û rapor girtinê bi sînor dimînin. Divê bi lezginî xebat û çareserî bê kirin. Ji ber ku tecrîd rewşekê lezgin e. Îro çavên gelan li girava Îmrali ye. Divê ev tecrîd hem di hiqûqa navneteweyî de hem jî di nav cîhanê de were deşîfrekirin. Heta ku parezêr û malbata Abdullah Ocalan neçin îmraliyê Gelê Kurd pê qanîh nabe. Ji ber ku bi dehan caran ji bo tecrîdê bi gelek şandeyan serdan hatin kirin. Lewra gelê Kurd bi rapor û serdanan naxwaze bi sînor bimîne. Divê hevdîtin û nirxandinên ku hatine kirin di demek nêz de encamek bidin. Bawerî û hêvî ji hiqûqa navneteweyî nema ye. Bi taybetî jî hem ji bo tecrîdê hem jî ji bo girtîgehan helwesta wan nayê qebûlkirin. Em tenê erka wan tînin bîra wan. Wekî din hêviyek me ji wan nîne. Li dijî qanûnên ku xêz kirine dikevin nav nakokiyê. Heke hiqûq ji bo berjewendiyên sîyasî were bikaranîn êdî baweriya bi edaletÊ xelas dibe.”
 
‘Gelê Kurd şoreşa xwe gerdûnî kiriye’
 
Berîvan daxuaynd ku hêzên navneteweyî bi salan in li ser kurdan bazara xwe dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çavên wan li hemû dewlemendiya axa Kurdîstanê ye. Li her aliyê Kurdîstanê çandeke kevnar û kevneşopiyek heye. Sekn û helwestek kurd a xwedî îrade heye. Gelê Kurd bi çanda xwe ya qedîm tim hebûna xwe parastiye û doza nasnameya xwe kiriye. Rixmî hemû êrîş û teknîkên pêş vîna Gelê Kurd nehatiye tunekirin. Gelê Kurd li dijî van tim di nav têkoşîna azadiyê de bû. Lê ev têkoşîna azadiyê ne tenê ji bo gelê xwe di heman demê ji bo gelên cîhanê jî xwest. Gava ew têkoşîn ji aliyê hêzên navneteweyî hat fêmkirin wê çaxê têkoşîna Gelê Kurd ji bo hêzên hegemonîk bû sedema metirseyekê. Gelê Kurd êdî ne bi têkoşîna xwe bi sînor e di heman demê de bûye şoreşgerê Rojhîlata Navîn. Şoreşa xwe gerdûnî kir.  Çawa ku têkoşîna azadiya Gelê Kurd berfireh û gerdûnî bû, plankirina dîlgirtina Abdullah Ocalan jî bi awayekî berfireh û hêzên komploger a navneteweyî pêk hat. Bi vî yekê projeya dîl girtinê pêş xistin.”
 
‘Êdî sebra helê Kurd nema ye’
 
Berîvan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji roja dîlgirtina xwe ve heta niha berxwedanek mezin da û gelek fikr û çareserî pêş xist. Berîvan, got: “Abdullah Ocalan felsefeyek ava kir. Gava em dibînin pirtûk û fikrên Abdullah Ocalan ji aliyê cîhanê ve balê dikşîne û tên xwendin. Ev fikr û felsefe her çû belav bû û li ser cîhanê bandorek pêk anî. Hêzên netew dewle dîtin ku pêşiya wî nikarin bigirin tecrîda li ser Abdullah Ocalan hin zêdetir giran kirin. Lewma baweriya me ji hiqûq û hêzên navneteweyî nîne. Ew hêz ji bo berjewendiyên kesan û dewletan dixebitin. Heke wisa nebûya wê ji rewşa Gelê Kurd re çavê xwe negirtiban. Herkes dibîne ku gelê Kurd tenê doza nasname û axa xwe dike. Ji bo ku dibêje ez kurd im tê kuştin, tê girtin ü diavêjin bîrên asîtan,. Qet napirsin ku çima zarokên vî welatê çûn çiya, çima napirsin ku kurd çima tên girtin.  Lewra gelê Kurd di têkoşîna xwe de mafdar e.”