ROJEVA 12'Ê SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 12 Sibat 2023
  • Rojev
 
*Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê ku lı şûna wê qeyûm hatiye tayinkirin Berîvan Kutlu destnîşan kir ku êdî sebra gelê Kurd ji êrîş û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê re nema ye û got: “Hêzên navneteweyî Rêberê Gelê Kurd ji bo pergala xwe metirsiyek dibînin. Ji ber ku ji heqîqetê ditirsin.”
DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylu, Endama Meclîda Dayikên Aştiyê ya Amedê Murvet Demîr, têkildarî komploya 15’ê Sibatê de axivîn û anîn ziman ku bi komployê xwestin Gelê Kurd teslîm bigirin û gotin: "Rêya aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Her wiha bi xwedî derketin û yekitiyê em ê bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
* Ji TMMOB’ê Buket Yararbaş Ecemîş diyar kir ku yekemîn sedema hilweşînê bêtedbîriye û got: "Li welatê me îmar, plansazî, avakî û pêvajoyên kontrolê bi giştî li ser rant û talanê bi teşe dibin." BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku dewletê OHAL bi armanca ku krîzê veşêre û pêşî li piştevaniya gel bigire îlan kiriye û gotin ew bi piştevaniyê dikarin her tiştî çareser bikin û bi hêza xwe bawer in. BI DÎMEN 
 
*Erdhejzedeyên piştî erdhejê çûne Îzmîrê diyar kirin ku ji dewletê tu alîkarî nedîtine, canê wan sax e lê tu kêfa wan tune ye. Her wiha bang kirin ku bila alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê bên kirin.
 
*Li gel qeyrana aborî, siyasî, civakî ya li Tirkiyeyê erdhejek bandora wê giran pêk hat. Îktidara heyî jî ev erdhej wekî "qeder" pênase kir û alîkariyên ku ji bo gel dihatin kirin jî asteng kir. Vê îktidara xwest erdhejê veguherîne fersendekê, bi gefxwarin, heqaret, astengkirina rojnamegeran û înternetê hewl da kêmasiyên xwe binpaç bike. Di vê erdhejê de ne dewletê, gel bi xwe hewl da ku birînên xwe bipêçe. Li gel vêya dengê jineke ku dilê wê li ber kavilên erdhejê dişewitî wiha di bin hişê mirovan de cihê xwe girt, "Ka hûn li ku ne ? Di dema xwestina dengan de dewlet heye?" Medyaya hawiz a ku qêrîna vê jinê nedît jî sepana OHAL'ê wekî "mizgîniya xêrê" da bihîstin. MEDYA KRÎTÎK
 
*Yek ji navendên ku erdhejê  herî zêde bandor lê kiriye, li Semsûrê hîna lı gelek cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin.  Eylem Çura ya ku ji bo eqübeta diya xwe xwe li ber kavilan di bendêmayînê de ye dibêje piştî sê rojan wan komên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariya nan û avê dîtine. Eylemê bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û got ku berpirsiyar ew in.  DÎMEN HEYE
 
*Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hat diyarkirin ku AFAD li navnîşanên hatine diyarkirin lêgerînê dike ü li avahiyên ku kes pirsa wan nake hiştine dawiyê. Ji Kordînasyona krîzê ya HDP’ê, hevseroka HDP’ê a Semsûrê Hayriye Korkmaz jî ev îda dûbare kirin û got: "Karê lêgerîn û rizgarkirinê dereng dest pê kirine û ew jî li navnîşanên hatine bijartin tên kirin.” DÎMEN HEYE