Li Elbîstanê 136 saet şûnde ceyran hat dayîn

  • 21:30 11 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
MEREŞ - Li Elbîstanê 6 roj piştî erdhêjê ceyran hat dayîn.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş bû erdhêj pêk hat û 6 roj di ser erdhêjê de derbas bû. Elbîstan ku ji sedî 70’ê wê hilweşiya, pirsgirêka herî mezin nebûna av û ceyranê bû. Ji roja ewil a erdhêjê de bû ceyran û av tunebû û vê jî jyan bêtir zehmet kir û nexweşî bixwe re anî. 
 
Welatiyên li Mala Cemê ya Haci Beştaş diman, bi jeneratorê hewcedariyên xwe dikirin. Lê ji ber jeneratorê têr nekir welatiyan sobe danîn. 136 saet piştî erdhêjê ceyran dan navenda bajar.