Der barê avahiyên hilweşiyan de biyara binçavkirinê ya 62 kesî

  • 20:33 11 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
EDENE - Li Edenê der barê avahiyên di erdhêjê de hilweşiyan de der barê 62 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de kesek dema direviya hat binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Edenê der barê avahiyên ji ber erdhêjê li bajar hilweşiyane de biryara binçavkirina 62 kesî da.

Di avahiya Asan Alpargun ku hilweşiya û 70 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Mutahîdê wê Hasan Alpargunli Lefkoşe ya Kibrisê hat binçavkirin.

Lİ Dîrokê jî mutahîdê avahiya Bahar Mustafa Uncuoglu li Stenbolê hat binçavkirin.