350 girtiyên li Hatayê sewqê girtigehên cuda hatin kirin

  • 13:12 11 Sibat 2023
  • Rojane
 
HATAY - 350 girtiyên li Girtîgeha Hatayê sewqê girtiyên cuda hatin kirin û her wiha girtiyên siyasî jî sewkê Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatin kirin. 
 
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê qawîşên xwe şewitandin û serî rakirin. Hat ragihandin ku di dema serhildanê de nêzî 250 girtiyan hewl dan birevin û leşkeran gule lê barandine. Ji 12 girtiyên birîndar bûyîn 3’yan jê jiyana xwe ji dest dan. 350 girtî sewqê Girtîgehên Amed, Edene, Yozgat, Uşak, Antalyayê hatin kirin. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku piştî agahî gihaştiya wan xwe gihandine girtîgehê û got: "Piştî serî rakirinê sewqirin destpêkiriye. Lê ji ber ku UYAP hatiye girtin nikarin xwe bighînin lîsteyan. Girtiyan sewkê Edene, Yozgat, Uşak, Antalya û Amedê kirin. Gelek girtiyên siyasî jî sewqê Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê kirin."
 
Parêzer Mehdî Zana Akkaya û endamê OHD'ê Zana Akkaya jî bang li malbatan kir ku ji bo agahiyan serî li Midûriyeta Giştî yên Girtîgehan bidin.