Alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê tên şandin tên dizîn

  • 11:38 11 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên dewleta Tirk alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê ji navçeya Cindirêsê re têne şandin, didizin.
 
Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, tîma parastina sivîl a girêdayî dewleta Tirk bi hinceta ku tu kes di bin kavilan de nemane, xebatên lêgerîna sekinandine. Çavkaniyên di hundirê navçeyê de diyar kir ku hîna bi dehan malbat di binê kavilan de mane û çete nahêlin şênî nêzîkî wan bibin.
 
Li gorî daneyan, ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da, navçeya Cindirêsê ji sedî 80 wêran bûye.
 
Çavkaniyên li navçeyê ji ANHA'yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk avahiyên hilweşiyayî li hev parve dikin û tiştên di bin kavilan de didizin.
 
Duh jî li Efrîn, Ezaz û Babê yên dagirkirî komên çete li ser parvekirina alîkariyên ku ji mexdûrên erdhejê yên Cindirêsê re têne şandin, bi hev ketin.
 
Dewleta Tirk a dagirker nahêle alîkarî derbasî herêmên dagirkirî bibe ku erdhejê bandor lê kiriye.