6 roj şûnde ekîbên rizgarkirinê şandin navçeyê

  • 10:40 11 Sibat 2023
  • Rojane
HATAY - 6 roj şûnde ekîbên rizgarkirinê şandin navçeya Arsuzê ya serjimara wê ji 100 hezar kesî pêk tê. 
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Bazarcixa Mereşê bi pîleya 7,7 û 7,5 erdhej pêk hat û bandoreke neyînî li ser gelek bajarên Kurdistanê kir. Lê belê hîn alîkarî negihaşt gelek cihan û welatiyan bi derfetên xwe hewl dan ku birînên xwe bipêçin. 6 roj şûnde ekîbên rizgarkirinê şandin navçeya Arsuzê ya serjimara wê ji 100 hezar kesî pêk tê. Hat diyarkirin ku heta roja pêncan jî ji bin kavilan dengê mirovan dihatin lê belê ji ber ekîbên rizgarkirinê mudaxale nekirin dengê wan êdî nehat. 
 
Li ser berteka welatiyan ekîba rizgarkirinê ya ji 20 kesî pêk tê derket ser rê.