Li Amedê piştî 122 saetan jinek hat rizgarkirin

  • 09:35 11 Sibat 2023
  • Rojane
AMED -  Li Amedê jina bi navê Maşallah Çîçek piştî 122 saetan hate rizgar kirin.
 
Di 6’ê Sibatê li Kurdîstanê bi pileya 7,7 û 7,5 li Mereş û Dîlokê erdhêj pêk hat. Erdhêja ku bandorê xwe li 10 bajaran kir bilançoya wê jî her diçe girantir dibe.  Avahiya Sozelê ya di semta Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîra Amedê jina bi navê Maşallah Çîçek (55) piştî 122 saetan bi birîndarî hate rizgar kirin. Maşallah piştî mudaxaleya ya ewil rakirin nexweşxaneyê.