Clara Baker: Divê Abdullah Ocalan azad be

  • 09:02 11 Sibat 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Dîrektora Navneteweyî ya Unîte the Unîon Clara Baker  komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku divê dawi li tecrîdê bê anîn û Ocalan azad bibe.
 
Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 25’emîn. Tevî 24 sal di ser komployê de derbas bûye tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan didome. Koordînatora Unîte the Unîon a Navneteweyî û kordînatora ‘Kampanya ji Ocalan re azadî’ Clara Baker der barê komployê de axivî.
 
* Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha helwesta welatên tevli komployê bû û têkiliyên bi Tirkiyeyê re çawa ne?
 
Ji roja Birêz Ocalan hat hepskirin heta niha di alî DYA û Ewropa de gelek tişt guherîn. Dagirkirina Iraqê ya ji aliyê DYA û Ewropa, mezinbûna DAIŞ’ê û hemû dagirkirinên din. Me dît ku DYA ji bo DAIŞ’ê têk bibe bi Kurdên Bakurê Sûriyeyê re dixebite. Têkiliya wan ya bi kurdên wir re li holê ye û hîna didome. Li gorî min ev bi guman û rîske. Me dema Trump de jî dît ku ji bo dagkirina Bakurê Sûriyeyê destur didin Tirkiyeyê. Her tişt bi hevsengiya DYA’yê dimeşe û niha Tirkiyeyê li plana dawî dihêle. Çend mehe hewl didin pêşî li dagirkirina Tirkiyeyê bigirin. Tirkiye ji polîtîkayên bêcezahiştinê cesaeretê digire û dikare li Ewropa şantajê bike. Di hemû mijarên der barê Ewropa de xwe xilas dikin.
 
* 24 sale Ocalan tê tecrîdkirin. Tevî hemû serlêdanan bêdengî didome. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Bêdengî parçeyek siyaseta bêdengkirina Gelê Kurd e. Li pişt siyaseta demokratî, wekheviya Tirkiyeyê û mafê jinan Birêz Ocalan heye. Tişta Tirkiye dike li dijî siyasetê ye. Tecrîd tenê li Ocalan nayê kirin. Li hemû Gelê Kurd, jinan, aktîvîstên jin, LGBTÎ û gelan pêk bê.
 
* Em li 24 salên derbas bûye binêrin, gelo kîjan soz hatin cih?
 
Mixabin hemû sozên hatin dayîn nehatin cih. Tecrîda li ser Ocalan didome û hemû Gelê Kurd niha tê tecrîdkirin. Birêz Ocalan di çapemeniya Ewropa û DYA’yê de bi berfirehî cih nagire. Civak, mînak li Qiraltiya Yekbûyî mirov Birêz Ocalan nas nakin. Hikûmetên wir bi şert û mercên Ocalan re eleqeder nabin. Li gorî tiştên tên dîtin tê fêmkirin ku civaka navneteweyî lihev kirine û biryarek wisa girtine. CPT şopandin  û çavderiyên derbarê birêz Ocalan de berdaye. Tevî tecrîd wek îşkence tê venasîn jî di vê mijarê de tu tiştek nayê kirin.
 
 * CPT hevdîtin pêk anî lê negot bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye an na. Gelo ev sazî serbixwe peywira xwe tîne cih?
 
Na peywira xwe teqez neaniye cih. Aşkeraye ku siyaeta navneteweyî bandorek mezin li ser dike. Tu biyareke der barê Birêz Ocalan e hatiye girtin pêk nehat. Zextek li Tirkiyeyê nehat kirin. Ne tenê ji bo Birêz Ocalan ji bo hemû girtiyan tu tiştek nehat kirin. Civaka navneteweyî Tirkiyeyê wek jeopolîtîk welatekî mifte dibîne. Hewce bi Tirkiyeyê dibînin. Ji ber vê jî li dijî her tiştî bêdeng dimînin.
 
* Tirkiyeyê diyar kir ku mafê hêviyê jî ji destê Ocalan girtiye. Gelo biryarek wisa pêkane.
 
Mafê hêviyê bi qanûnê nikare ji holê bê rakirin. Lê em dibînin ku Tirkiye bi israr hiqûqa navneteweyî û hiqûqa hundir binpê dike û tu ceza û pêkanîna vê jî tune.Her tim mafê hêviyê heye. Ew rêberê gelekî ye. Pirtûkên bi heybet nivîsiye, ji bo aştiyê nexşerê xêz kiriye û ji bo mafê gelan yên bakurê Sûriyeyê, jib o azadiya jinan û ji bo civak bûye îlham. Ligel vê bûye çavkaniya hemû civakên Tirkiyeyê û cîhanê. Bi taybet jin bi pespektîfên wî xwe pêş dixînin û azad dikin. Dewlet aTirk dixwaze mafê hêviyê ji dest bigire lê hêvî her tim heye.
 
* Niha tê nîşandan ku destê Tayyîp Erdogan di siyaseta navneteweyî de xurt e. Di mijara penabaran de, mijara NATO’yê de. Hûn vê çawa digirin dest?
 
Erdogan ji bo Fînlandiya Swêd tevli NATO’yê bibe şert da pêş. Swêd di mafê mirovan û piştevaniyê de dîrokek wê ya baş heye. Niha ji bo Erdogan bigire gel xwe her tişt daye aliyekê. Tiştên hat jiyîn balkêş bûn û Swêdê ji bo NATO’yê bê bertek ma. Civaka navneteweyî di mijara penaberan de rol daye Erdogan. Lê êdî civaka navneteweyî nikare ji nedîtîve bê. Êdî li hember tiştên ku Tirkiye dike dikeve zor û zehmetiyan. Ji tehdîdên Tirkiyeyê yênli hember Yewnanîstanê civaka navnetweyî ji niha de nerehet bûye. DYA di mijara firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê de pir bi fikare. Ji têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re gelek fikaran dijî. Ji ber vê jî em bang dikin ku divê demildest dest ji van pêkanînan bê berdan û tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.