Li Rihayê 6 cenaze hatin definkirin

  • 20:55 10 Sibat 2023
  • Rojane
RIHA – Cenazeyên 6 kesên ji Semsûr û Hatayê ji bin kavilan hatin derxistin li Bêrecûk a Rihayê hatin definkirin. 
 
Piştî erdhêja bi pêla 7.7 û 7.6 ya navenda wê Mereş û Dîlok bû pêk hat, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 6 kesên ji Semsûr û Hatayê ji bin kavilan hatin derxistin li Bêrecûka Rihayê hatin definkirin.  
 
Cenazeyên Sînan Polat(1), Kenan Polat(7), Şeyma Polat(13) û Kemal Aydin(32) ên li Semsûrê  ji kavilan hatin derxistin û cenazeyê Abdulsamet Karacan(12) ên ji kavilên Hatayê hatin derxistin li Gorîstana Asrî ya Bêrecûkê hatin definkirin.