Cenazeyên 6 kesan li Şirnexê hat definkirin

  • 20:26 10 Sibat 2023
  • Rojane
ŞIRNEX- 2 jin 6 kesên li bajarên cuda yên herêmê di erdhejê de jiyana xwe ji det dabûnli bajarên wan hatin definkirnin.
 
Piştî erdhêja bi pêla 7.7 û 7.6 ya navenda wê Mereş bû pêk hat, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeya 6 kesên ji kavilên Meletî, Îskenderun, Antakya  û Mereşê  hatibûn derxistin li Şirnex û navçeyên wê hatin definkirin.
 
Cenaze Serhat Temîzer û kurê wî Emîr Temîzer yên ji Îskenderunê hatin derxistin li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.
 
Cenazeyên Yusuf Bîlîk û Îbrahîm Bîlîk yên li Mereşê  di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan li mezra Zîron a gundê Şêxêreş a Şirnexê hat definkirin.
 
Cenaza Nazan Tuşak ku li Meletiyê mîmar bû, li Sîlopiyê hat definkirin. 
 
Cenaza Meryem Deger ya li Antakyayê jiyana xwe ji dest da li Cizîrê hat definkirin.