3 kes piştî 106 saetan hatin xilaskirin

  • 18:12 10 Sibat 2023
  • Rojane
DÎLOK - Li navçeya Nurdagi ya Dîlokê piştî 106 saetan şûnde 2 zarok û  jinek bi saxî hatin rizgarkirin.
 
Li Dîlokê di encama erdhêja ku pêk hat de xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin. Li navçeya Nurdagî ya Dîlokê ku bajar wêran bûye heta niha ji kavilan gelek kesên sax  û yên jiyana xwe ji dest dan hatin derxistin.
 
Li taxa Yavuz Selîm di avahiya 3’emîn ya Îsmet Coşkun de zaroka 6 salî Elîf Yilmaz, zarokê 2 salî Muhsîn Salîh û dayîka wan Leyla Yilmaz a 31 salî piştî 106 saet şûnde sax hatin xilaskirin. 
 
Ev sê kes ji aliyê komên UME yên ku ji Ispanyayê hatine ve hatin xilaskirin. Her sê kes li yekem konê ku li cihê bûyerê hatiye dayîn ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hatin kontrolkirin. Piştre sewqê nexweşxaneyên Dîlokê hatin kirin. Hat zanîn ku rewşa sê dayik û zarokan baş e.