Li Wan û Colemêrgê piştevanî didome

  • 17:50 10 Sibat 2023
  • Rojane
WAN/COLEMÊRG – Ji aliyê pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ve bo erdhêjzedeyan di 5 rojan de 25 TIR alîkarî hat şandin û di çarçoveya kampanya HDP’ê ya ‘malbata xwişk-bira’  de ji bo dehan malbatî cih hat peydakirin.
 
Piştî erdhêja bi pêla 7.7 û 7.6 ya navenda wê Mereş bû pêk hat, xebatên rizgarkirinê didomin û erdhêjzede jî li bendê alîkariyê ne. Alîkariya ku dewlet nake gel bi piştevaniya xwe dike. Maseya Krîzê ya ji aliyê HDP’a Colemêrgê ve hat avakirin komek ji 18 kesî pêk dihat jî hat ava kirin û diçin herêma erdhêjê.
 
Koma ji 5 kesî pêk dihat ya têde operatorên maşîna kar, endezyarên makînê jî hene bi alavên xwe ji bo biçin Semsurê ketin rê. Koma duyem ji 13 kesî pêk dihat jî ji bo xebatên lêgerînê ketin rê. 
 
Li Wanê jî di çarçoveya kampanya ku Platforma Ked û Demokrasiyê daye destpêkirin bang li hemû kesên ku tenduristiya wan başe kirin bibin dildar. Li ser çapemeniya civakî bang hat kirin ku wê lêçûna çûyîn û hatinê bê dayîn û di çarçoveya bangê de koma ji 100 kesî pêk dihat ketin rê.
 
Li aliyê din jî pêkhateyên platformê ji bo 10 herêman het aniha 25 TIR alî şandin. Her wiha di çarçoveya kampanya ‘malbata xwişk-bira’ ya Kordînasyona Krîzê ya ERdhêjê ya HDP’a Wanê ava kiriye de heta niha ji bo gelek malbatan cih hat peydakirin.