Xebatên rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin

  • 16:03 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Şevê din ji bin kavilê Apartmana Işikê cenazeyên 10 kesên ji malbatên Yilmaz û Kiliç hatin derxistin û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin bidawîkirin. 
 
Apartmana Işik a li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê di erdhejê de hilweşiya bû. Şevê din cenazeyên 10 kesên ji malbatên Yilmaz û Kiliç hatin derxistin. Bi derxistina cenazeyan re xebatên lêgerîn-rizgarkirinê jî hatin bidawîkirin. Cenaze şevê din saet di navbera 18.00-21.00’an de hatin derxistin. Cenaze rakirin morgên nexweşxaneyên bajar. 
 
Hat îdiakirin ku di bin kavilê apartmanê de tu kes nema ye û xebat hatin bidawîkirin. Li cihê kavilan xebatên paqijkirinê hatin destpêkirin. Heta niha cenazeyên 42 kesan hatin derxistin û 19 kes jî bi birîndarî hatin derxistin.