Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan

  • 15:36 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Ji kavilê Apartmana Yoldaş a li Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê hilweşiya 17 kes birîndar hatin derxistin û 56 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Di apartmanê de hêj negihiştine 8 daîreyan.
 
Li Apartmana Yoldaş a li Taxa 5 Nîsana navçeya Rezan a Amedê hilweşiya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 5’emîn de berdewam dikin. Li avahiya ku 8 qat in û ji 32 daîreyan pêk tê nagihin 8 daîreyan. Ji kavilan heta niha 17 kes birîndar hatin derxistin û cenazeyê 56 kesan hatin derxistin.