Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi ped û betaniyan heye

  • 15:19 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Endamên TJA’yê ku piştî erdhejên li Mereşê çêbûn ji keliya ewil ve li qadan e û ji bo zarok û jinan xebatan dimeşînin, dan zanîn ku bi lezgînî bîberon, mama, ped û malzemeyên paqijiyê lazim in. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku ji kêliya ewil a erdheja navenda wê Mereş û bi pileyên 7,7 û 7,6 çêbûn ve li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê li qadan ji bo jin û zarokan dixebitin. Aktivîsta TJA’yê Emîne Kaya, diyar kir ku kesên ku herî zêde ji erdhejê bandor bûne jin û zarok in û bang kir ku bi lezgînî biberon, mama, ped û cil lazim in. 
 
‘5 roj çêbûn hêj cihên mudaxile lê nehatine kirin hene’
 
Emîne, bal kişand ku weke şer di bobelatên xwezayî de jî beşa herî zêde mexdûr dibin jin û zarok in û wiha got: “Em ji vir careke din dubare dikin, divê ewilî alîkariya Mereş, Dîlok û Semsûrê bê kirin. Hêj ewqas avahiyên ku mudaxile lê nehatine kirin hene ku rewş gelek xeter e. Di dîmenan de hemû hene. Koordînasyona AFAD’ê kêm e divê hejmar were zêdekirin. 5 roj çêbûn hêj cihên mudaxile lê nehatine kirin hene. Mirovên li wir sax hene û birçî û tî ne.
 
Ji bo zarokan betanî lazim in
 
Qasî ku me şopandiye kon kêm in, di her konî de 4-5 malbat dimînin. Cihekî hijyenîk nîne. Sobejî têr nakin. Ji ber şert û mercên hewayî kon di nava heriyê de hatine danîn û ev ji bo zarokan bê tendurist e. Ji bo zarokan betanî lazim in.”
 
‘Duh gelek mama hatin şandin lê biberon tune bûn’
 
Emîne, da zanîn ku gelek pêdiviyên jinên di bin kavilan de hatine xelaskirin hene û got: “Pêdiviyên  herî bingehîn ên jinan, ped, malzemeyên paqijiyê, bincil, mont, betaniye, ji bo zarokan mam û bîberon in. Duh gelek mama hatin şandin lê biberon tune bûn. Ji bo bîberonan banga me heye, gelek pêdivî hene. Em weke jin ji bo zarok û jinan tişta ji destê me tê dikin. Heke jinên li wir derve bimînin wê wijdana me rehet nebe.”