Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn

  • 14:39 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgin kir û got: "Di serî de pêdiviya zarokên bêkes mane û hemû mexdûrên erdhejê bi lezgînî bihêwirînê heye û ji bo pêdiviya kon, sobe, sotemenî û xebatkarên tenduristiyê bidilxwazî li qadê bixebitin heye."
 
Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ji roja ewil a erdhejê ve li 10 bajarên karesat lê qewimî ye ketiye tevgerê û dest bi seferberiya alîkarî û piştevaniyê kiriye. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Ozlem Gunduz li Navenda Koordînasyona Krîzê daxuyanî dan û ji bo hêwirîniya mexdûran banga piştevaniya lezgîn li gel kirin. 
 
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku di roja 5’emîn a erdhejê de jî hê jî gelek pirsgirêkên hewcedariyên bingehîn heye û wiha got: “Em di roja felaketê ya 5’emîn de ne. Bi rojane em û gelê xwe ketine nava ruhê seferberiya alîkarî û piştevaniyê. Seferberiya me berdewam dike. Îro jî li gorî agahiyên ji herêmên erdhejê tên ber destê me, pirsgirêkên cidî yên mayîn ango hêwirînê hene. Hê jî bi hezaran mirov di bin kavilan de ne û li benda rizgarkirinê ne. Ev jî hin bêtir pêdiviya hêwirînê derdixe holê.” 
 
Salîha anî ziman ku ji bo bi sedan zarokên ji bin kavilan hatin derxistin divê cihên bi ewle bên avakirin û wiha got: “Hê jî dê û bavên van zarokan û xizmên xwe di bin kavilan de ne. Hewcedariya wan bi xizmetek baş a xwedîkirinê, tenduristyê û hêwirînê heye. Di serî de li Mereş, Semsûr, Dîlok û Hatayê û li her 10 bajaran pir bi lezgînî hewcedarî bi konan heye. Belê em dizanin ku ji roja ewil ve gelê me yê hêja di nav ruhê serferberiya piştevaniyê de ye û ev seferberî berbelav dibe. Em vê alîkariya ku gelê me berhev dike bi TIR’an dişînin herêmên erdhejê. Hê jî hewcedariyek mezin bi cihê hêwirînê heye. Ji ber sir û seqemê pêdivî bi alavên germkirinê wek sobe, betaniye, kon, sotemenî û hêwirînê heye. Em ji niha ve spasiya hemû gelê xwe yê hêja û dilxwaz ku ketine rewşa seferberiyê dikin. Lê em dîsa bang dikin hin bêtir roj roja xwedî derketin û hevgirtinê ye. Em ji bo kon û konteyneran bang li hemû mirovên xwe dikin ku bi lezgînî organize bibin.” 
  
Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e Ozlem Gunduz jî destnîşan kir ku hewcedariya bi konan pir lezgîn e û ev bang kir: “Em bi dil û can spasiya hemû gelê xwe yê hêja û rêxistinên xwe yên sivîl û siyasî dikin ku ji bo alîkariyê û piştevaniyê kêliyek jî nesekinîne. Karesatek mezin çêbû. Bandora wê bi dijwarî didome. Em di nav êş û şînek mezin de ne. Di roja pêncemîn de pêdiviya herî bi lezgînî hêwirîn xwe dide nîşandan. Niha hewcedariya herî lezgîn sobe, kon, sotemenî ye. Em dixwazin gelê me ji bo vê yekê hê jî di nava seferberiyê de be. Tîmên tenduristiyê têra rewşa birîndar û qurbaniyan nakin. Em ji dilxwazên tîmên tenduristiyê daxwaz dikin biçin herêmên erdhejê û em birînên gelê xwe bipêçin.”