Hikumeta Şamê alîkariyan didize û heqaretê li mexdûran dike

  • 13:52 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên hikumeta Şamê alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin, didizin û welatiyên wan rexne dikin jî binçav dikin. Şênî jî bang dikin ku alîkariyan radestî kes û aliyên durist bikin.
 
Saziyên hikumeta Şamê belavkarên alîkariyan neçar dikin ku erêkirinê ji saziyên ewlehiyê wergirin û dûre alîkariyan li mexdûrên erdhejê belav bikin. Welatiyekî ku ew helwesta hikumetê rexne kiribû, ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hat destgîrkirin.
 
Heman welatî demek berê karên nermirovî yên wan saziyan teşhîr kiribûn û gotibû ew sazî alîkariyan didizin.
 
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), yên alîkariyên mirovî li bajarê Ceblê yê li gundewarên Lazîqiyê belav dikin, bi rêbazekî nebaş nêzî mexdûran bûne, alîkarî avêtine pêşiya wan û ew biçûk xistine.
 
Hin çavkaniyan jî got hin madeyên alîkariyan li kolanên Şam, Lazîqiyê û bajarên din ên Sûriyeyê tên firotin û alîkarî negihaştine gelek gund û bajarokên zirar dîtine.
 
Xelkê gundên nêzî Lazîqiyê daxwaz kir ku alîkariyan ji bo belavkirinê bidin kesên durist, da ku bi awayekî adil belav bikin.