Li Dîlokê polîsan dest danî ser TIR'a alîkariyê

  • 12:41 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
DÎLOK - TIR'a ku ji Sêrtê hat navenda Dîlokê polîsan dest danî ser. 
 
Li Dîlokê di encama erdhêja ku pêk hat de gelek avahî hilweşiyan, xebatên rizgarkirin û lêgerînê jî berdewam dike. Ji ber welatiyên ku di erdhêjê de bi bandor bûn, hem li gelek bajaran û hem jî welatên derveyî alîkarî û piştgirî tên kirin. 
 
Ji Sêrtê TIR'a ku ji bo alîkariyê hat navenda Dîlokê polîsan dest danî ser. Hat zanîn ku TIR'a ku dest hat dayîn polîsan biriye li ber cihê AFAD'ê ku li navenda Dîlokê ye.