'Banga rihê yekîtiyê ya ji bo mexdûrên erdhejê gelekî girîng e'

  • 12:18 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
KOBANÊ - Kobane; Erdheja ku bi pîleya 7.7 di sihara 6’ê Sibatê de pêk hatibû bandora xwe li gelek cîhan kir. Yek ji wan bajarên ku bandora xwe lê kir jî bajarê Kobanê bû. Gelek zirarên madî li bajarê Kobanê çêbû.Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Azîze Îbrahim da zanîn ew hewl didin hemû pêdiviyên mexdûrên erdhejê bi cih bînin û banga rihê yekîtiyê ya ji bo mexdûrên erdhejê kir. 
 
Erdheja ku li Bazarcixê ya Mereşê bi pîleya 7.7 pêk hat bandora xwe li gelek cîhan kir. Gelek bajarên Rojava û Bakure Kurdistanê, Tirkiye, Sûriyeyê û gelek cihên li cîhanê di bin bandora vê erdhejê de man. Di vê erdhejê de gelek zirarên canî û madî gihiştin xelkên bajarên ku erdhejê bandora xwe pir zêde lê kiriye. Yek ji wan bajarên ku bandora xwe lê kiriye jî bajarê Kobanê yê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.Li bajarê Kobanê gelek mal xera bûne û gelek mal jî ji ber derîzîne gel nikarin vegerin malên xwe. Ji bo kesên ku nikarin vegerin malên xwe ji aliyê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurdî ve kon hatine vedan û ji bo şêniyên ku di konan de dimînin alîkariya tendurîstî û pewîstiyên heyî têne kirin. 
 
Têkildarî rewşa gel û alikariyên ji bo gel tên kirin Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Azîze Îbrahim anî ziman ku zirarên erhejê daye gel gelekî zêde ne û bi rihê piştevaniyê hewl didin ku birînên xwe bipêçin. 
 
'Em hewl didin pêdiviyên mexdûrên erdhejê bînin cih'
 
Azize rewşa gel û alîkariyên ku tên kirin bi vî awayî nirxand:"Di destpêkê de em ji bo hemû kesên ku ji erdheja çêbûye bi bandor bûne sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Piştî erdhejê weke Rêveberiya Xweser a herêma Firatê biryar hate girtin ku ji bo gelên me yên zirar ditîne alîkariya madî û manevî were kirin. Bi taybet gelek mal kevin bû. Ji bo gelê me li cîhekî ewle bin û ji avahiyên ku zirar dîtine dûr bin me kon ji bo gel da vekirin. Weke saziyên herêma Firatê kî çi ji destên wan tê, dikin. Em jî weke Saziya Tenduristiyê tevlî vê pêvajoyê bûn. Me jî ji bo nexweşan nêzî nexweşxaneyan kon vekir. Ji bo gel çi pewîst be em hewl didin di van konan de pêk bînin. Li gel konên ku ji bo gel hatine vedan, me konên nexweşxaneyê jî vedan. Bi taybet ji bo zarokan me cîhekî taybet çêkiriye. Ji ber zivistanê û sar e gel li derve dimîne, gelek zarok nexweş dikevin. Weke Saziya Tenduristiyê, ji bo gelê me çi ji me bê xwestin em ê bikin. Ne tenê ji bo tenduristî çi pewîstî hebe em ê bikin û em amadekariyan jî dikin."
 
Alîkarî û amadekariyên şaredariyê
 
Endama Rêveberiya Şaredariya Bajarê Kobanê Selva Beşo jî li ser alîkarî û amadekariyên şaredariyê ev gotin anî ziman:" Ev erdheja ku çêbû gelek zirar bi xwe re anî. Bi taybet li bajarê Kobanê gelek mal xera bûn û bi taybet jî zirar dîtine. Weke şaredarî me gelek cîhên ku xera bûye paqij kir. Li gel vê jî ji bo pewîstiyên gel gelek alîkarî hatine kirin. Lijneyek taybet ji bo malên ku zirar dîtine hatiye avakirin. Malên ku xera bûne û malên ku gel nikarin biçin lê bimînin tên tespîtkirin. Li gorî wê jî encamên pêwîstiyên heyî em ê derxin. Li gorî vê jî wê alîkariyên pêwîst çêbibin.Gelek kes bi xwe tên navê xwe dinivîsînin û em diçin li zirarên heyî mêze dikin. Ji roja yekê heta roja îro me hemû kolan paqij kir.Em heta niha tam nikarin zirarên heyî bi tevahî bêjin ji ber ku lijne û endezyar heta niha li bajar digerin. Loma jî banga rihê yekîtiyê ya ji bo mexdûrên erdhejê gelekî girîng e. Di dawî de jî ez ji bo hemû kesên ku di vê kerasatê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazim."