Jinên Rihayê: Em bi alîkariya derdorê debara xwe dikin

  • 10:34 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
RIHA - Jinên ku ji erdhêjê bi bandor bûne destnîşan kirin ku alîkariya wan nayê kirin  û gotin: “Ev çend roj in em mexdûr in. Hewcedariya me bi amûrên paqijiyê hîjye. Her wiha kincên zarokan tune ne. Pitika lawê min şîrê wî tune ye. Em nizanin çawa şîr û mama peyda bikin.”
 
Di 6’ê Sibatê de li bakurê Kurdîstanê navenda wê Mereş û Dîlok bi pileya 7,7 û 7,5  erdhej pêk hat. Erdheja ku bandora xwe li 11 bajaran kir bîlançoya wê gelek zêde ye. Yek ji wan bajarên ku jê bi bandor bû ji Rihayê ye.  J
 
Jinên Rihayê nerazîbûnên xwe yên li dijî zahmetiyên di dema kerasatê de jiyan e anîn ziman.
 
Welatiyan bi derfetên xwe kon vekirin
 
Welatî ji bo ketina malên xwe bi fikar in. Gelek kes di bin şert û mercên hewaya sar û yên ku wesayitên wan hene di wesayitên xwe de şevê derbas dikin an jî li konên ku hatine dayîn dimînin. Lê belê ji ber kêmasîya konan welatî bi derfetên xwe konan distînin û vedikin.  3 rojan firin girtî man. Welatî nkarîn xwe bigihînin nan û pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji ber bertekên gel firin di roja 4’emîn de hatin vekirin. Lê belê wêlatî hêj nikarin pêdîvîyên xwe yên bingehîn pêk bînin.
 
‘Hewceyî bi mamaya zarokan heye’
 
Xecîce Tutay a 60 salî ku ji erdhêjê avahiya wê zirar dîtiye, destnîşan kir ku bi qedera xwe re rübirû hatine hiştin ü got: “Çawa ku erdhêj çêbû piştî wê em derketin derve. Ev çend roj in em mexdûr in û li benda alikariyê ne. Bûk, keç û zarokên min ên biçûk hene. Hewceya me bi alavên tendirustiyê heye. Her wiha kincên zarokan tune ne. Pitika lawê min şîrê wî tune ye. Em nizanin çawa şîr û mama bidin. Jixwe li Rihayê hemû dikan girtî ne. Me bi zorê xwe avêt derve û bi derfetên xwe kon ava kir. Xaniyê me hemû derîziye û zerar dîtiye. Em newêrin bikevin xaniyên xwe. Hewceyiya me bi batanî,  xûrek û nanê heye. Em bi derfetên xwe hewil didin ku îdareya xwe bikin lê têrî nake. Jixwe şaredarî û dewlet alîkarî nakin.. Hin xizmên me di erdhêjê de birîndar bûne. Em bi tirs û xof in. Erdhêj tirsekê mezin xistiye hundirê me.”
 
‘Kes rewşa me nabîne’
 
Şemsî keskînbiçak(55) jî destnîşan kir ku ew bi rojan  li benda alikariyê ne û got: “Li Rihayê hewa gelekî sar e. Tu kes nikare bikeve xaniyên xwe. Ji ber ku xanî ne sexlem in. Kes rewşa me nabîne. Tenê carinan gel alikarî tînin lê ew jî têrî nake. Ne kon heye ne jî xwarin heye. Hemû zarokên me biçûk im. Kal û pîr zêde ne. Tenduristiya wan ne baş e. Em hemû li erde radizên. Nikarin xwe germ jî bikin. Rewş û halê me perîşan e.
 
‘Em 3 malbat di jêrzemînek de ne’
 
Zînê Kiliç(57) jî daxuyand ku avahiya wan zirarek mezin dîtiye û avahî diheje. Zînê, got: “Em bi rojan in li kolanan in. Ne kon ne jî tiştek din heye. Em pêrîşan bûne.  Em 3 malbat ketine jêrzemînek û niha li wir îdare dikin. Hewa gelek sar e em li jêrzemînê li ser betonan nikarin xwe germ bikin. Hewceyiya me bi bataniyê heye. Em xwarinê jî ji derdorê peyda dikin, lê gelek caran em birçî û tî dimînin. Tu kes alikariya me nakin. Em nizanin wê rewşa me çawa be. Erdhejê bandorek mezin li me kir..”
 
’15 kes di konekî de dimînin’
 
Herî dawî jî Sara Yaşar(30) axivî û diyar kir ku ew bêyî kon heta kengê îdare bikin nizanin û banga xwedî lêderketinê kir. Sara, got: “Kes ji me re kon venekir. Me bi derfetê xwe kon vekir. Niha em 15 kes tê de dimînin. Em dixwazin kon bidin me. Zarokên me yên gelek biçûk hene. Em ji rewşa wan bi fikar in. Divê demildest kon hem ji bajarê Rihayê hem jî bajarên ku ji erdhêjê bandor bûne yên din re bê dayîn.”
 
,