Wezaret girtiya nexweş Fatma Ozbay nabîne

  • 09:03 10 Sibat 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku hîna girtiye, wezareta dadê û meclîs bersivê  nadin daxwaznameyên ji bo wê.
 
Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe û ne tên dermankirin ne jî tên berdan. Li girtîgeha jinan a Şakranê 15 girityên jin yên nexweş hene. Yek ji van jî Fatma Ozbay ya 59 salî ya di 1997’an de ji endamtiya rêxistinê hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birînê ye.Fatma li girtîgehên Amed, Mîdyad, Bayburt, Erzirom û Şakranê bi tevahî 28 sale girtî ye. Ji ber pençeşêra memikan pesîrek Fatmayê hat girtin û rîska ku nexweşî bavêjeje kezeba wê, hestî û malzaroka wê heye. Tevî vê Fatmayê nayê tahliyekirin û jiyana wê di xeterê de ye, cezayê hucrê danê.Tevî raporên nexweşxaneyên dewletê danê û li gel serlêdanên parêzeran tu bersiv ji meclîs, midûriyeta tenduristiya navendî û wezareta dadê nehat girtin. 
 
‘Nehat dermankirin’
 
Di 2018’an de li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Erziromê teşîsa pençeşêrê li Fatmayê hat danîn. Fatma ku nexweşiya wê di asta sêyem de bû, li wir 8 seans kemoterapî girt û piştre 25 seans radyo terapî girt,  çar nodol ji bin çengê wê hat girtin. Pêsîra wê ya çepê hat girtin. Tevî ku rîska pençeşêr li berdena wê belav bibe hebû jî di çend mehan de ji bilî çend fîlîman tiştek nehat kirin. Fatmayê nikaribû li xwe binihêrta û xwişka wê Gulser Ozbay ku refekatiya wê dikir şandin girtîgeha Şakranê. Fatmayê xwest wê bişînin Şakranê lê demek dirêj neşandin. Di 5’ê Çileyê 2020’an de şandin Şakranê.
 
Di pandemiyê de nehat berdan
 
Fatma di pêvajoya pandemyê de 7 mehan sewqî doktor nekirin. Reçeteyên dermanên wê nehatin nivîsin. Ji ber dermankirinê rewşa wê xeratir bû û tevî hemû nexweşiyan nehat berdan. Daxwaznameyên hatin dayîn jî bê bersiv hatin hiştin. Piştî 7 mehan şûnde  ji bo tespîta êşa pêsîra wê ya din birin Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Katîp Çelebî. Lê bi hinceta pergala kompîtura nexweşxanê xeraye biyopsî nekirin. Dema Fatma ji nexweşxanê anîn jî tenê xistin hucrê û ji koxuşa siyasiyan durxistin.
 
13 rojan cezayê hucreyê
 
Ji ber nexweşiyê xwarinên tên dayîn jî Fatmayê hîn bêtir bi bandor dike. di wê pêvajoyê de birîn di bedena wê de peyda bûn.  di vê navberê de pisgirêkên ji kezebê derketin holê.  Di wê pêvajoyê de bi hinceta Fatmayê tix ligel xwe hilaniye 13 roj cezayê hucrê danê.  
 
Fatmayê di pêvajoya girtina xwe de dê û bavê xwe winda kir. Yekane kesa diçe serdana wê xwişka wê ye. Lê ji ber ew jî li Agiriyê dijîn pir zêde nikare biçe.