HDP’iyan seranserê rojê gel tenê nehişt

  • 20:55 9 Sibat 2023
  • Rojane
AMED – Heyeta  HDP’ê û DBP’ê serdana mexdûrên erdhejê kir û piştgiriya xwe ji bo malbatên li ber kavilan disekinin ragihand. 
 
Heyeta ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, hevjîna Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş û hevjîna Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Zeynep Mizrakli û rêveberên HDP’ê û DBP’ê pêk dihat li Amedê serdana malbatên qurbaniyan ku li ber 7 kavilên avahiyên li Amedê disekinin kir. Şandeya ku ji aliyê Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ve hat wezîfedarkirin, di serdanê de peyama piştevaniyê da malbatan û sersaxî ji wan re xwest. 
 
Heyetê ji malbatan der barê geşedanên xebatên lêgerînê de agahî girtin. Heyetê destnîşan kir ku ew ê di vê pêvajoyê de di nava hevgirtinê de bin.