Ji bo jinên herêma erdhêjê divê çi bê kirin?

  • 20:09 9 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan balkişand ser pirsgirêkên jinên herêma erdhêjê û diyar kirin ku divê demildet tedbîr bê girtin. 
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan der barê hewcedariyên jinên herêma erdhêjê de bang kir û diyar kir ku divê ji bo jinan çareseriyên taybet pêk bên û ji bo herêma erdhêjê banga seferberiyê li gel kir. 
 
Bi jinan re seferber bin
 
Selmayê da zanîn ku rejîma yek mêrî ya OHAL îlan kiriye seferberiya gel tune kiriye û wiha got: “di rojên awarte de newekhevî ji bo jinan vediguhere karasetek civakî ya awarte. Agahiyên em ji qadê digirin jî vê piştrast dike.”
 
Selmayê ji bo pêşniyarên çareseriyê yên ji bo herêmên karasetê ev sernav rêz kirin;
 
*Jinên herêmê li dijî tundiya zayendî û talanê bê parastinin. Ji bo ewlehiya jin û zarokan divê tedbîr bê girtin
 
*Li herêma erdhêjê pirsgirêka hîjyenê rê li ber nexweşiyan vedike û divê dem neyê windakirin û hewcedariya av û tuwaletê bê çareserkirin.
 
*Ji bo jinan divê hewcedariyên taybet bên peydakirin. Divê ji bo jinan bincilk bên peydakirin. Her wiha divê alavên paqijiyê ji herêmê re bê şandin.
 
*Jinên ducanî û jinên zarokan dimijînin divê ji herêmê bên derxistin û li cihên bi ewle welidîn pêk bên.
 
*Divê ewlehiya jinan  bê girtin.
 
* Divê ji bo piştgiriya psîkolojîk û tenduristiyê peywirdarkirin bê kirin, rêxistinên pîşeyî û sendîka bi kordîne bixebitin.