Tedbîr û xebatên Rêveberiya Xweser ên ji bo mexdûrên erdhejê

  • 15:42 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja destpêkê ya erdhejê de bi lez ket tevgerê û tedbîr girtin û ji bo alîkariyê jî kampanya dan destpêkirin.
 
Di 6`ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê û bakur û navarasta Sûriyeyê bi pileya 7.7 erdhej çêbû û li sernaserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hat hîskirin. Di encamê de bi hezaran kes bûn qurbanî û gelek cih wêran bûn.
 
Li gorî bîlançoya dawîn a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber erdhejê li herêmê 6 kesên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jiyana xwe ji dest da, 57 kes jî birîndar bûn.
 
Li gorî bijîşkên nexweşxaneyên gel ên kantona Kobanê, bajarê Minbicê, kantona Şehbayê, taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rewşa tevahî birîndaran baş e, piraniya wan jî piştî dermankirinê ji nexweşxaneyan hatin derxistin, lê hîna beşek ji wan tê dermankirin.
 
Bi erdhejê re, saziyên Rêveberiya Xweser li seranserê herêman ketin tevgerê û şaneyên krîzê aktîv kirin. Saziyan bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û noqteyên tenduristiyê re alîkarî dan mexdûran, cenaze derxistin birîndar û kesên di bin enqazan de asê mane rizgar kirin û xizmetên tenduristî pêşkêşî wan kirin. QSD`ê jî ragihand ku tîmên wê ji bo alîkarî û destwerdanê amade ne.
 
Odeya Emeliyetan a Heyva Sor a Kurd jî ji bo pêşwazîkirina rewşên awarte li ser malpera xwe ya fermî ev reqem diyar kirin: "0932125933? 0949356870? 0935288541", ji bo whatsappê jî “0968770447”.
 
Di qonaxa duyemîn de jî, Rêveberiya Xweser hin tedbîrên din girtin. Ji bilî saziyên ku pêwîst e li ser kar bin, li tevahî saziyên xwe, dibistana û zanîngeha betlane ragihand. Her wiha li seranserê bajar û navçeyên xwe kon vedan û stargeh amade kirin, ji bo ku mexdûrên erdhejê û şênî di rewşên awarte de berê xwe bidinê, nexasim xelkê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê.
 
Heta niha 74 kon hatine danîn û dibe ku hejmar zêdetir bibe. Her wiha bi dehan yarîgeh, holên werzîşê wekî stargeh hatine amadekirin. Konên hatine danîn bi vî rengî ne: “8 li Şêxmeqsûd, 2 li Şehbayê, 13 li Kobanê, 13 li Reqayê û gundewarê wê, 5 li Tebqa û gundewarê wê, 10 li Hesekê, 18 li kantona Qamişlo û 5 li Minbicê.”
 
Rêveberiya Xweser, xwarin, vexwarin, betanî û isfinc, erebeyên ambûlansê û tîmên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd li konan bi cih kirine.
 
Ji ber ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê herî zêde ji erdhejê badnor bûne, rêveberiyê ji bo alîkariya wan herêman hemû derfetên xwe seferber kirin û tavilê alîkarî, derman û sotmenî şandin. Lê belê ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê, alîkarî hîn negihane wir. Tenê kamyonekî alîkariyan ê Heyva Sor a Kurd gihaşt Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
 
Meclisa Kantona Şehbayê jî zêdetirî hezar û 200 malbatên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diman, pêşwazî kirin û ew li gund û kampên li Şehba û Şêrawayê. Dibe ku hejmara malbatan zêdetir bibe.
 
Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên xwe yên li Reqa, Minbic û Tebqayê bi sedan xwendekar û şêniyên herêmê yên li Helebê asê mabûn, li ser hesabê xwe vegerandin bajarên wan.
 
Şaredariyên Gel ên Kobanê, Minbic, Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî xebatên xwe yên hilweşandina malên zirardîtî û rakirina kavilan dewam dikin û li ser daxwaza welatiyan mal û avahiyan kontrol dikin.
 
Rêveberiya Xweser hewl da alîkariyan bişîne herêmên kontrola hikumeta Şamê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, lê her du alî heta kêliya amadekirina vê nûçeyê nahêlin ku alîkarî bigihêjin herêmên erdhejan.
 
Rêveberiya Xweser her wiha cenazeyên 31 qurbaniyên erdhejê yên ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Tirkiyeyê kar dikirin, wergirtin. Cenaze di deriyê Ewn Dadat ê di navbera Minbic-Cerablusê de hatin derbaskirin û radestî malbatên wan ên li Kobanê, Reqa û Sirînê hatin kirin.
 
Li gorî nûçegihanên me, cenazeyên qurbaniyan ên gihaştin herêmê li cihên jidayîkbûna wan hatin veşartin.
 
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îro di bin navê “Bi hev re ji bo mirovahiyê” ji bo mexdûrên erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê, kampanyaya alîkariyan da destpêkirin.