Dewleta Tirk û hikumeta Şamê nahêlin alîkarî bigihêjin herêmên erdhejê

  • 15:09 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê gihandina alîkariyan asteng dikin.
 
Erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an ên li Mereşê çêbûn, bandor li gelek bajarên Sûriyeyê jî kirin. Di roja çaran a erdhejê de li bajarên Îdlib, Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûsê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Hejmara kesên ku li bajarên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 162'yan û ya birîndaran jî gihîşt 5 hezar û 235'an. 
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ji Ajansa ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê gihandina alîkariyan asteng dikin.
 
Bêrîvan, destnîşan kir ku alîkariyên ji sotemenî û madeyên din pêk tên, ji bo derbasbûna wan herêman amade ne, lê ne dewleta Tirk ku wan herêmên erdhejê dagir kirine, ne jî hikumeta Şamê destûra derbaskirina alîkariyan nedaye û wiha got: "Em pabendî biryarên xwe yên şandina alîkariyan in, lê ew alî nahêlin alîkarî bên derbaskirin.
 
Alîkariyên ji bo mexdûrên li herêmên erdhejê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û kontrola hikumeta Şamê de hatine amadekirin li dergehan in, lê gihandina wan tê astengkirin.
 
Rêveberiya Xweser ji sêşemê de alîkariyên mirovî û sotemenî amade kirine da ku bişîne herêmên erdhejê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, lê ew alîkarî hîna li deriyê Um Cilûd ê di navbera bajarên Minbic û Cerablusê de ne.
 
Rêveberiya Xweser miqdarek sotemenî (100 tankerên sotemeniyê) şandin herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de. Lê ew jî hîn li benda derbaskirinê ne.
 
Piştî ku NY`ê diyar kir ku rêyên gihandina alîkariyan bi rêya Tirkiyeyê zirar dîtine, ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji aliyê NY`ê ve, Rêveberiya Xweser bang li NY`ê kir ku deriyê Til Koçer veke û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gihandina alîkariyan ji herêmên erdhejê re bi kar bînin.
 
Heta niha me ji bo hêsankirina gihandina alîkariyan bi rêya herêmên Rêveberiya Xweser, tu bersiv ji NY`yê negirtin. Em amade ne ji bo gihandina alîkariyan ji herêmên erdhejê re, alîkar bin.”