TIR’ên alîkariyê yên ji Botanê hatine şandin, gihiştin Dîlokê

  • 15:02 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
DÎLOK - TIR’ên alîkariyê yên ji Botanê hatibûn şandin gihiştin Dîlokê. Nûran Îmir diyar kir ku alîkariyên tên kirin, tên astengkirin.
 
Alavên pêdiviyan ji hêla Maseya Krîzê ya HDP’ê ve bi awayekî organîzeyî tên belavkirin. 
 
Di 6’ê sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6’an de erdhej çêbû ku navenda wê Bazarcix a Mereşê bû. Yek ji bajarên ku ji ber erdhejê rûxiyayî jî Dîlok bû. Ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê yên Dîlokê, di serî de Şirnex û navçeyên wê, ji gelek bajaran alîkarî hatin şandin. Alavên pêdiviyan ên li TIR’an hatine barkirin, radestî Maseya Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin. Pêdiviyên weke nan, av, pateyên zarokan, xurek, betaniye û hwd., ji hêla dilxwazên ji Êlih, Sêrt û Şirnexê hatin li mexdûrên erdhejê yê li navenda Dîlokê, Nûrdagi û Islehiyeyê tên belavkirin. 
 
Botanê seferberî ragihand 
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi TIR’ên alîkariyê re hatin herêmên erdhejê.  Nûran, da zanîn ku bajarên ku ji erdhejê bandor nebûyîn ji bo mexdûrên erdhejê seferberî ragihandine û wiha got: “Şevê din em bi 3 TIR’an hatin Dîlokê. Ji roja erdhejê heta niha Herêma Botanê bi dehan TIR’ên alîkariyê şandin Semsûr û Meletiyê. Em van alîkariyan bi awayekî organîzeyî belav dikin. Em ê gelê xwe bi tenê nehêlin.”
 
'Pêşî li alîkariyan digirin'
 
Nûran, got ku OHAL êdî bûye şêweyê polîtîkaya AKP-MHP’ê û wiha bi dawî kir: “Ev polîtîka îro di bin erdhejê de ma. Bi roja ye em li kolanan e û dibînin ku tu alîkarî nedayîne gel. Dema alîkarî tên jî xwe li benda şandeyên partiya îktîdarê û çapemeniyê digirin. Pêşî li alîkariyan digirin. Lê bedela wê çi dibe bila bibe em ê alîkariyên tên şandin bigihînin gel. Lewma bila her kes bi ruhê seferberiyê alîkariyê bişînin. Bi dehhezaran kes mexdûr e. Ev bû 4 roj ku parçeyeke nan neketiye destê gel. Lewma divê em bibin alîkar.”