Li Sûriyeyê 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 15:02 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 3 hezar û 162'yan. 
 
Erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an ên li Mereşê çêbûn, bandor li gelek bajarên Sûriyeyê jî kirin. Di roja çaran a erdhejê de li bajarên Îdlib, Heleb, Hama, Lazkiye û Tartûsê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. 
 
Hejmara kesên ku li bajarên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 162'yan û ya birîndaran jî gihîşt 5 hezar û 235'an.