Li Goristana Yenîkoyê ya Amedê 152 cenaze hatin veşartin

  • 13:28 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê ku bandor ji her du erdhejên Mereşê girtin, herî kêm 182 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li Goristana Yenîkoyê 152 kes hatin definkirin. 
 
Li Amedê ku bandor ji erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an girt, hejmara miriyan gihîşt 182'yan û ya birîndaran jî gihîşt hezar û 80 kesî. Li gor daneyên Maseya Krîzê ya Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, 182 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 80 kes birîndar bûne û ji birîndaran 130 kes hê jî tên dermankirin. 32 kes jî di beşa awarte de ne. 
 
Li bajêr heya niha cenazeyê 152 kesan li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê hatine definkirin. Tê gotin ku hejmara cenazeyên hatine veşartin hîn zêdetir e. 
  
Îro danê sibehê li nav kavilên Apartmana Cengîzlerê cenazeyek din jî hat derxistin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li vir didomin. 
 
Ji bin kavilên AVM'ya Diyar Galerîayê ku duh êvarî cenazeyên 3 kesên din jî hatin derxistin. Tevî van 3 kesên dawî heya niha ji bin kavilên Diyar Galerîayê 116 kes hatine derxistin. Li gorî agahiyên ji rayedarên AFAD'ê hatine wergirtin, hê jî di bin kavilên avahiyê de herî kêm 80 kes hene. 
  
Bi şev ji bin kavilên Apartmana Yoldaşê ya li navçeya Rezanê, jina bi navê Yazgul Çaçanê bi saxî hat derxistin. Her wiha ji heman malbatê cenazeyên 3 kesan jî hat derxistin. 
  
Duh bi şev jin bin kavilên Apartmana Akarê (Hîsamî) cenazeyên 2 kesan hatin derxistin. 
 
Ji bin heman kavilan pêwendî bi Beşîrî Yildiz û ji heman malbatê bi jineke ku navê wê nehat hînkirin, pêwendî hat danîn. Ji bo rizgarkirina Yildiz û jina navê wê nehat hînkirin xebat didomin. 
  
Li gorî agahiyên bi dest ketin, li morgên nexweşxaneyan herî kêm 33 cenaze hene. Ji van cenazeyan hê nasnameya yekî nehatiye eşkerekirin û 12 jê li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yaşargîlê, yek jê bê nasname 12 cenaze li morga Saziya Tiba Edlî ay Amedê û yek jê bê nasname jî cenazeyê 9 kesan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubiyê tên sekinandin. 
 
Îro malbata Rozerîn Batmaz û Yasîn Batman cenazeyên wan wergirtin û ew li Goristana Yenîkoyê veşartin. 
 
Her wiha tê gotin ku ji ber Rewşa Awarte (OHAL) şîn hatine qedexekirin. Duh malbata Çinarê cenazeyê Mehmet Şîrîn Aykût ê ji bin kavila Işikê hat derxistin li gundê Kuştiya yê Çinarê veşart. Malbatê xwest li gund şîna xwe deyne. Fermandariya Cendirmeyan a Ovabag a Çinarê telefonî malbatê kiriye û ji ber vê malbatê şîna xwe daneyniye.