Ji Rêveberiya Xweser kampanyaya alîkariyê

  • 12:03 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo mexdûrên erdhejê bi navê "Bi hev re ji bo mirovahiyê" kampanyaya alîkariyê ragihand.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo alîkardayîna mexdûrên erdhejê yên ji Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi navê "Bi hev re ji bo mirovahiyê" kampnayaya alîkariyê da destpêkirin.
 
Daxuyaniya ragihandina kampnayayê li Stada Şehîdên 12'yê adarê ya bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ve û bi zimanê kurdî ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kampanya wê heta 20'ê Sibatê dewam bike. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Herêmên Sûriye bi tevahî û Bakurê Kurdistanê rastî felaketeke mirovî hat. Ji ber vê yekê ji me wekî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi tevahî pêkhateyên wê tê xwestin ku pêngaveke wiha ragihînin.''
 
Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û birîndaran re şîfaya lezgîn hate xwestin û hate gotin: "Ji tevahî gelê me tê  xwestin ku biçin konên ku li bajarok û navçeyan hatine vegirtin û li gorî derfeta xwe alîkariyê pêşkêş bikin.''