Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873'yan

  • 10:36 9 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 12 hezar û 873'yan
 
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku hejmara kesên ji ber erdhejên di 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 12 hezar û 873'yê û hejmara birîndaran jî gihiştiye 62 hezar û 914’an. AFAD’ê da zanîn ku piştî erdhejan 1052 erdhejok çêbûne.