Ji Êlihê bi TIR’an alikarî şandin

  • 10:25 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
 
ÊLIH - Rêxistina HDP'ê ya Êlihê û rêxistinên civaka sivîl ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê seferberî îlan kirin, 7 TIR û 2 qamyon zexîre ji Dîlok, Semsûr û Meletiyê re şandin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û gelek rêxistinên civaka sivîl, ji bo Dîlok, Semsûr û Meletiyê yên bandoreke mezin ji erdhejê girtin, 7 TIR û 2 qamyon alîkarî şandin. Di çarçoveya kampanyayê de ku gel ji dil û can daxilî nava wê bûye zexîre, xurek, tulumê xewê, betanî, mont, bot, kinc, cilên bin, gore, kum, şal, lepik û gelek potikên zarokan, pedên jinan, mamayên pitikan, sobeyên ceryanê û fenerên destan hatin berhevkirin.
 
Xebatkarên tendirustiyê jî hatin şandin
 
Her wiha ji xeynî konvoya zexîre zêdetirî 50 xebatkarên tenduristiyê, teknîker û karkerên înşeatê jî ber bi qadên erdhejê ve hatin şandin. Hevseroka HDP'a Êlihê Hurriyet Kaytar xwest welatiyên dixwazin alîakriyê bikin pêwendiyê bi wan re deynin. Kaytarê got: "Gelê Êlihê bênavber amûrêna lîakriyê tînin HDP'a Êlihê. Berê me 2 TIR zexîre şandibûn Semsûrê. Nêzî 50 hevalên me yên dilxwaz li qadê ne. Me TIR'ek û qamyonek şand Dîlokê. Îro jî em ê 4 TIR'an bişînin. Bi sedan kes serî li me didin ji bo bi dilxwazî bixebitin. Ji tenduristkaran bigirin heya teknîkeran gelek hevalên me diçin qada erdhejê. Dê hin kesên din jî biçin."
 
Huriyet destnîşan kir ku ew bi karesateke mezin re rû bi rû ne û ji bo piştevanî û alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê bang kir.