Nîqaşên serokomarıya jinê destkeftiya jinên Kurd e

  • 09:02 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Jin der barê nîqaşên namzetên jin yên Tifaqa Ked û Azadiyê de axivîn û diyar kirin ku ev nîqaş destkeftiya têkoşîna azadiya jinên kurd e û gotin jin di siyasetê de girîng e.
 
Di bin siya polîtîkayên şer û tecrîda giran a AKP-MHP’ê afirandiye de gel di 14’ê Gulanê de diçin hilbijartinan.Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi fikra riya sêyem li dijî tifaqa Millet û Cumhur dreket rê, hêviyê dide gelan.
 
Nîqaşên namzetiya jin ya Tifaqa ked û Azadiyê ji aliyê jinan ve wek destkeftiya tevgera azadiya jinên Kurd hat nirxandin.
 
‘Jin ne di ewlehiyê de bin beka dewletê tüne ye’
 
Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku bi hilbijartinan re armanca wan ne tenê guhertina desthilatdairyê ye û got zîhniyeta desthilatdariyan her tim heman bû û wiha got: “Komara ku îsal dikeve sedsaliya xwe heye. Gelo li dijî evqas pirsgirêkên tên jiyîn wê dewlet ji nokteya maye bidomîne an jî pêşiya avakirina pergala rast a civakê wê vebike. Tifaqa Millet ne avaker revîzekare, bi bekaya dewletê li mijarê dinêre. Ez jineke ku têkoşîna jinên Elewî dimeşînim.di vî alî de dibêjim ku tifaqa Ked û Azadiyê hêviyê dide. Dikare siyaseta Tirkiyeyê biguherîne.”
 
Encama têkoşîna jinan e
 
Çîlemê wiha domand: “Nîqaşên namzetiya jin bêguman encama têkoşîna jinan a bi salan e. Destkeftî û keda jinan e. Di encama têkoşîna jinên Kurd de pergala hevserokatiyê pêk hat. Li ser van destkeftiyan bêguman nîqaşên gelo jinek dikare bibe serokomar? Dertê holê. Bêguman piştperda dîrokî ya vê gotinê, bedelên hatine dayîn hene. Îro hevserokên yekem girtî ne. Tevî vê  gavên xurt diavêjin. Têkoşîna jinan ji siyaseta Tirkiyeyê re pêşengiyê dike. Tu kes nikare heqîqeta tevgera jinan ji nedîtîve bê.”
 
‘Îrada jinê êdî kirdeyek polîtîk a cidî ye’
 
Hevseroka Komîsyona ekolojiyê ya HDK’ê Menekşe Kizildere jî der barê hilbijartinên pêş de axivî û got hilbijartin ji bo hemû aliyan krîtîk e û gel ji pergala heyî re dibêje êdî bes e û wiha bi lêv kir: “Di mijara mafê jinan de, ekolojî, nasnameya Kurd, komên çep-demokratîk de pergal çareseriyan nikare biafirîne. Ev aşkera ye. Îradeya jinê êdî kirdeyek polîtîk a cidî ye. Jin divê êdî ne tenê kesên dengan didin divê êdî di kademeyên rêveberiyê de cih bigirin. Guherîna esas û têkoşîn bi berxwedanên kolanan pêkane.Di dîroka 100 salî de têkoşîna tevgera azadiya Kurd wek garandiya demokrasiyê heyî bûye. Demokratîkbûna komarê dîsa giêdayê sekna polîtîk û daxwazên tevgera Kurde.”
 
‘Namzet kî dibe bila bibe em li pişt biryarê ne’
 
Hevberdevka HDK’a Enqereyê Dîlek Yilmaz jî nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku nîqaşên serokomara jin ji aliyê kesên siyaesta riya sêyem dimeşînin tê kirin û wiha dawî lê anî: “Ev destkeftiya têkoşîna tevgera azadiya jinên Kurde.Ev nîqaş encama vê destkeftiyê der derketiye holê. Em piştgiriyê didin namzeta jin. Ji dilî tifaqa 3’emîn hemû sazbûnên din li ser namzetên mêr nîqaşan dikin.  Niha namzetên me tune ne. Lê nîqaşkirina namzeta jin gelek girînge ji bo me. Namzeta me kî dibe bila bibe em piştgiriyê didin biryarê û têkoşîna xwe didomînin.”