Îmrali çima ‘vejîna sêyem e?’

  • 09:01 9 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal e li Îmraliyê girtiye pêvajoya Îmraliyê wek ‘vejîna sêyemîn’ dinirxîne û dibêje “Hemû geşedan divê di şertên dîrokî, civakî û navneteweyî de bên destgirtin û çareserî bê afirandin. Heta ev neyê kirin, krîz wê piralî mezintir bibe.” Abdullah Ocalan bi vê nirxandinê girîngiya pirsgirêka Kurd û çareseriya wê jî datîne holê. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin û komploya navneteweyî 24 sal li pey xwe hişt. Ji 15’ê Sibata 1999’an tecrîda li Îmraliyê didome  û ev nêzî du salan e jî qet agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin.
 
Abdullah Ocalan tam 24 sale li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Tevî tecrîda giran ji wê rojê de ye bê navber xebat, hilberîn, perspektîf û gelek pêşniyarên çareseriyê danîne holê. Fikr û nêrînên wî di serî de ji aliyê gelê Kurd û hemû gelên Rojhilat û Cîhanê ve wek mifteya çareseriyê tên dîtin.
 
Di pirtûkên ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê nivîsandine de tespîta herî zêde balê dikşîne şaş nirxandina şert û mercên li Îmraliyê ne. Abdullah Ocalan pêvajoya li Îmraliyê wek ‘vejîna sêyem’ digire dest.
 
Di vê mijarê de em li paraznameyên Abdullah Ocalan binêrin.
 
Vejîne yekem…
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajoya Îmraliyê ji bo gelê Kurd û di alî wî de dema vejîna sêyemîn e û wiha dibêje: “Pêvajoya yekem, ji civaka gund a çandinî dest pê dike heta civaka model fermî û ji dayikê vejîn didome. Di vê demê de dîroka 15 hezar salî bi qelsî û ji hev qûtbûnê derbas bûye. 15 hezar sal berê, piştî vê tora jiyanê nikare bê çareseserkirin. Vê neçareseriyê rê li ber şerê civakî gund û nav malbatê vekir.Ez serhildêrekî gund bûm. Ev serhildan heta derbasbûna civaka fermî berdewam ir. Piştre bi dibistana seretayî û astên cuda re serhildana li dijî komara olîgarjî ev berdewam kir û bi vî awayî du pêvajoyên vejînê lê hat zêde kirin. ev dem dişibe êrîşa Don Kîşot a li hember aşên ba. Vê rê li ber pirsgirêkan û giranbûna wan vekir. Taybetiyên kapîtalîst li naqolkiyên civaka neolotîk û feodal zêde bûn. Ji ber terza şoreşgerî tunebû, hawirek aloz serdest bû.  Serhildana  min serî lê dan paşverutiya bixwe re çareser nekir. Vê astê 20 salan berdewam kir û piştre bandor li herêmê û seranserê cîhanê kir û  di encama xitimînan de veguherî pêvajoya Îmraliyê. “
 
Vejîna duyem….
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku şert û pêvajoya Îmraliyê ne wek kes, wek komar û wek gel , wek vejîna sêyem vedinasîne û vejîna duyem wiha digire dest: “Vejîna duyem  vejîna bi tundî û şer, paqijbûnê îfade dikir.  Di xweza û civakê de her dema dijberbûna komara olîgarjîşîk wê cihê xwe ji komara re demokratîk re bihêle. Bi neçareseriyê re wê her tim hilweşîn, krîz û texrîbat pêk bên. Tirkiye naqokiyên xwe baş fêm nake û jib er dema wê de çaresr nake ketiye pêvajoya krîzan û nikare jê derkeve.
 
Komara Demokratîk
 
Pêvajo ji bo hemû hêzan vejînek nû ferz dike. Ji dewletê heta aboriyê ji siyasetê heta hiqûqê, ji ahlaq heta hunerê li her qadê çareserî ferze. Pêvajoya min ya Îmraliyê jî tê wateya ku rastiyê ferz dike. Çawa pêvajoya berê wek hêmaya ‘ez û şer’ wate dît, ev pêvajoya nû jî tê wateya ‘ez û aştîyê.’  Parçeyek esas a hebûna min îrada hişmendîya azadiya Kurd û îradeya wê ye. Ev hişmendiya bi tecruba şer derbas bûye niha di pêvajoya aştiyê de derbas dibe. 
 
Newekhevî giran dibe
 
Aştî ferz dike ku Kurd bi çandên xwe bi awayekî azad bi komarê re bibin yek û têde cih bigirin. Komara îrada azad a Kurd înkar dike olîgarşîke û ev tundî û newekheviyê bixwe re bîne.  Divê ji yekitiya azadiyê, yanî ji lihevkirina demorkatîk re vekirî be û ev tê wateya aştî û yekitiyê. Pêknehatina vê encama ku hîna têkoşîn encam nebûye.
 
Di bin krîza Tirkiyeyê de ev rastî heye. Di dema xwe de mijar cidî bihata destgirtin  wê wisa nebûya. Lê pirsgirêk terkî neçareseriyê kirin.  Divê pirsgirêk bê venasîn û berbi çareseriyê ve biçin. Heta ev neyê kirin wê krîz pir alî girantir bibe. Pêvajoya min ya Îmraliyê û di vê çarçoveyê de pirsgirêk bê nirxandin. Berovajî vê nêzîkatiyên înkar û îmhayê dema şer ferz dike.Divê neyên vê lîstikê û bi hestyarî tevbigerin.