ROJEVA 9’Ê SIBATA 2023’YAN

  • 09:00 9 Sibat 2023
  • Rojev
 
*Jin der barê nîqaşên namzetên jin yên Tifaqa Ked û Azadiyê de axivîn û diyar kirin ku ev nîqaş destkeftiya têkoşîna azadiya jinên Kurd e û gotin jin di siyasetê de girînge. DÎMEN HEYE
 
* Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê li Kolana Nexweşxaneya kevn xebatên rizgarkirina ji bin kavilên erdhejê berdewam dikin. Welatiyan destnîşan kirin ku ew nikarin bikevin hundirê malên xwe lê ji aliyê AFAD’ê tu kon nehatiye vekirin. DÎMEN HEYE
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal e li Îmraliyê girtiye pêvajoya Îmraliyê wek ‘vejîna sêyemîn’ dinirxîne û dibêje “Hemû geşedan divê di şertên dîrokî, civakî û navneteweyî de bên destgirtin û çareserî bê afirandin. Heta ev neyê kirin, krîz wê piralî mezintir bibe.” Abdullah Ocalan bi vê nirxandinê girîngiya pirsgirêka Kurd û çareseriya wê jî datîne holê.
 
* Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran a di nava heyeta ku piştî erdhejê li Îslahiye û Cebelînûrê lêkolîn kir de cihê xwe girt da zanîn tablo gelek giran e û li herêmê ji sedî 60-70’ê avahî hilweşiyane. Beycan, bertek nîşanê astengkirina TIR’ên alîkariyê da û bang kir ku hemû kes di nava alîkarî û piştgiriyê de be. DÎMEN HEYE
 
* Welatiyên gundên navçeya Cembelînûrê, anîn ziman ku sê roj in erdhêj çêbûye lê tu komên alîkarî û lêgerînê nehatine alîkariya wan. Welatiyan, bi lêv kirin ku bi derfetên xwe cenazeyan ji bin avahiyan derxistine û defin kirine. Jinan, bertek nîşanê rayedaran jî dan û gotin çima xwedî li wan nayê derketin. DÎMEN HEYE