Heyeta HDP’ê çû serdana Pirsûsê

  • 23:29 8 Sibat 2023
  • Rojane
RIHA -  Heyeta HDP’ê çû serdana gundê Taşlûkê ya girêdayî navçeya Pirsûsê. Welatiyan destnîşan kirin ku AFAD’ê tenê 13 kon vekiriye û ew di wesayîtan de dimînin. 
 
Li Rihayê ji ber erdhêjê heta niha 127 kes îjiyana xwe ji dest daye û 2551 kes jî birîndar in. Li navçeya Pirsûsê jî 3 kesî jiyana xwe ji dest dane.  Heyeta HDP’ê serdanên xwe yên ji bo bajarên ku ji erdhêjê zirar dîtinê berdewam dikin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  a Rihayê Ayşe Surucu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), Rêxistina Partiya Heremên Demokratîlk(DBP) a Rihayê û rêxistina DBP’ê û HDP’ê yê navçeya Pirsûsê serdana gundê Taşlûkê ya girêdayî navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku ji erdhêjê zirar dîtiye kirin. Heyetê guhdariya pêdivî û pirsgirêkên welatiyan kirin. Welatiyan destnîşan kirin ku ew di wesayîtan de radizên. 
 
Hat zanîn ku li navçeya Pirsûsê 3 kesî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha piraniya avahiyan vala bûne û ji aliyê AFAD’ê ve tenê 13 kon hatine vekirin. 
 
Heyetê piştre serdana malbatên ku li Hatay û Dîlokê di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane kir.